Ji 16 baroyan ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî

  • 15:26 18 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - 16 baro ku der barê dosyeya Rojîn Kabaîşê de daxuyanî dan, diyar kirin ku ew ê dosyeyê bişopînin. 
 
Baroya Amedê û ya Wanê jî di nav de 16 baroyan, têkildarî mirina biguman a xwendekara pola yekem a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê de daxuyaneyeke bi nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê bûyerê de lêpirsîn bêyî ku hemû delil bên lêkolînkirin, di ser îdiaya "xwekuştinê" re hatiye birêvebirin û hat gotin ku ev ev yek astengiyeke mezin li ber eşkerekirina rastiya maddî çêkiriye. 
 
Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi Saziya Tiba Edlî (ATK) hat kirin ku raporên dosyeyeke wisa hesas bi derengî pêşkş kiriye û hat gotin ku raporên hatine pêşkêşkirin jî ji ber binakok û kêm bûne, baweriya bi lêgerîna edaletê qels kiriye û nebaweriyeke mezin aye der. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê heya dawiyê dosyeya Rojîn Kabaîşê bişopînin. 
 
Baroyên ku îmzeyên wan di bin daxuyaniyê de ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bêdlis, Dêrsim, Amed, Îdir, Colemêrg, Qêrs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.