‘Em ê ji bo Rojînê têkoşîna xwe bidomînin’

  • 20:54 18 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara zanîngeha YYU Rojîn Kabaîş, li Manîsa û Eskîşehîrê bi dirûşmeya “Ji bo Rojîn edalet” daxuyanî hate dayîn.
 
Platforma Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin (KCDP) û Federasyona Femînîstan a Ciwan, ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş li ber Kanatli AVM ya Eskîşehîrê daxuyaniyek da.  Endama Federasyona Femînîstên Ciwan Zeynep Kocabaş  di daxuyaniyê de axivî.
Zeynep Kocabaş da zanîn ku mirina Rojîn Kabaîş a biguman di bin navê întîxarê de hewl tê dayîn bê girtin û got tevî ku salek derbas bûye hîna gumanbar nehatine dîtin û cezakirin. Zeynep 
 
Kocabaş destnÎşan ikr ku ji bo aqûbeta Rojînê aşkera bibe  divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin û got ji bo vê wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Manîsa
 
Gelek jin tevlî daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Jinan a Manîsayê ve li Meydana Manolya hate dayîn, bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li zilm, zordarî û tundiya li ser jinan bînin” hat vekirin û bênavber dirûşmeyên “Ji bo Rojîn edalet” û “Bêdeng nemîne biqîre” hatin berzkirin
Endama Egîtîm Senê Bengî Kanat daxuyaniya çapemeniyê xwend. Kanat diyar kir ku jin dê ji bo hemû jinên ku hatine kuştin têkoşîna xwe bidomînin û got, “Em ji bo Rojîn Kabaîş edaletê dixwazin. Em ê di şexsê Rojîn de hesabê hemû jinan bipirsin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.