
Ciwan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' tên Amed
- 16:28 18 Cotmeh 2025
- Rojane
RIHA - Li Rihayê jî ciwan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ber bi Amedê ve ketin rê.
Platforma Ciwanên Welatparêz, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe. Ciwanên Riha, Dîlok û Semsûrê bi rêketin li navçeya Xeliliyeyê kombûn û berê xwe dan Amedê. Beriya bi rêkevin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Mehmet Aslan ve hat xwendin.
Mehmet Aslan, bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got: "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ne tenê daxwazek siyasî ye; ew di heman demê de bangek bêhempa ye ji bo mirovahiyê ji bo pêşeroja bi rûmet û aştiyane ya gelan. Her ku Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad be, fikir jî azadtir dibe; her ku fikir azadtir dibe, aştî mayînde dibe û civakek demokratîk kok digire. Di vê çarçoveyê de, îro, em ber bi Amed ve dimeşin, careke din azadiya fizîkî ya Rêbertiyê radigihînin. Em hemû ciwanên welatparêz û gelê xwe vedixwînin ku tevlî meşa azadiyê bibin. Bijî Rêber Apo!
Piştî daxuyaniyê ciwanan gihaştin navçeya Sewregê ya Rihayê li vir ji dibistana Mehmetçik heta xaçereya Selîm Pinarê meşiyan.
Dû re jî ber bi Amedê ve ketin rê.