
Eleqeya ji bo 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Abdullah Ocalan
- 12:59 19 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Tandîl ê Arjantînê li ser Civaknasiya Azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya danasînê li dar xistin.
Li bajarê Tandîl a Arjantînê li ser parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Civaknasiya Azadiyê bernameyeke danasînê li dar xistin. Di bernameyê de semînerek hate dayîn û nîqaşên berfireh hatin kirin. Profesora Erdnigariya Siyasî Luciana Bidauri yê Fakulteya Zanistên Mirovî bername pêşkêş kir. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di nava beşdarvanên ku tevlî danasîna bernameyê bûn de xwendewan, akademisyen, mamoste û çalakvanên siyasî amade bûn. Bername bi axavtina dekanê fakuklteyê ve destpê kir. Piştre li ser dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmayê wî ji Civaknasiya Azadiyê besên eleqedar hate peşkeş kirin.
Beşdaran eleqeyek mezin nişane pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” ragihandibû dan. Di bernameyê de rastiya têkoşîna civakî ya gelên Arjantînê jî bi perspektîfa paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin destgirtin û nîqaşkirin. Beşdaran raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wek çavkaniya hêviyê û ronahiyê pênase kirin û piştgiriya têkoşîna azadiya fîzîkî ya wî. Beşdaran banga mezinkirina têkoşînê kirin.