
Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî
- 20:36 19 Cotmeh 2025
- Rojane
SÊRT –Li Sêrtê di meşa ji bo Rojîn Kabaî pêk hat de hat xwestin ku gumanbar bên dîtin û ATK di mirinên biguman û qetilkirinên jinan de ji yekane merciyê bê derxistin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê ji bo xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya li Wanê winda bû û 18 roj şûnde cenazeya wÊ hat dîtin ji bulvara Ataturk heta Kolana Gures meş pêk anî.
Li Kolana Gures daxuyanî hat dayîn û li ser navê platformê hevseroka ÎHD’a Sêrtê Zozan Akdogan Nas daxuyanî xwend. Zozan Akdogan Nas da zanîn ku carek di hatiye dîtin ku edalet ji bo jinan çiqas dure, qetiklirinên jinan çiqas polîtikin û got: “Dosya Rojînê nîşanê me dide ku li vî welatî jin çawa bê xwedî tên hiştin, çawa tên parstin û edaelet çawa pêk tê. Bi biryara veşartiyê dosya ji destpêkê de hat girtin û komkirina delîlan jî bi kêfî hatine komkirin. Veşartina daneyên DNA’yên aydê du mêran bi mehan hatiye veşartin. Ev ne îhmale ev tercîheke sîstematyîke.”
Zozan Akdogan Nas dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qetilkirinên jinan ne munfertin û got: “Qetilkirinên jinan polîtîkin. Ji ber ku bi polîtîka bêcezahiştinê gumanbar tên parastin û bêdengiya edaletê jî dibe sedema canê jinan.”