Di firina bêgluten de dest bi hilberîna ceribandinê hate kirin

  • 11:29 23 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Di firina ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibû destpêkirin û li ber qedandinê ye, ji bo nexweşên Çol-Yakê dest bi hilberîna ceribandinê ya berhemên bêgluten hate kirin. 
 
Şaredariya Peyasê ji bo nexweşên Çol-Yakê projeya çêkirina firin û parka jiyanê di 9’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Çol-Yakê de dest pê kiribû. Di firina ku li ber qedandinê ye, hilberîna ceribandinê ya berheman dest pê kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, xebatên hilberîna ceribandinê li cihê cih kontrol kirin û derbarê firinê û pêvajoyên din ên hilberînê de agahî wergirtin. Hevşaredaran diyar kirin ku ji bo pêşkêşkirina berhemên bi tendurist û bêgluten, bi taybetî ji bo nexweşên Çol-Yakê û hemû gel, xebat li ber dawîbûnê ne û wiha gotin: “Ji bo xizmeteke herî baş, em xebatan didin pêşiya xwe û dimeşînin. Di parkê de rêkûpêkkirin û di firnê de jî xebat li ber dawîbûnê ne. Me li ser berhemên bi kalîte û zêdekirina cûrbecûriya berheman israr kir. Di vê çarçoveyê de, me dest bi pêvajoya ceribandina hilberîne berheman kir. Di demeke nêzîk de em ê bi awayekî temamkirî vê xizmetê bidin destpêkirin û têxin xizmeta gel.”
 
Firin û parka Çol-Yakê
 
Proje li ser qadeke 9400 metrekare hatiye avakirin û bi vê projeyê re, gihîştina berhemên tendurist û qadeke bêhnvedanê tê armanckirin. Di firnê de berhemên wekî nan, kûlîçek, simît, pasteyên hişk û şil, pîza, qeşa û gelek berhemên din wê bên hilberandin.