Eren Keskîn: Divê daraz li kêleka mexduran cih bigire

  • 09:04 25 Cotmeh 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivî û got delîlên derketine holê veguheriye baweriyek civakî û got: “Em rastiya li pişt mirina Rojînê baş nizanin lê ev dibe ku tundiyeke mêr a edlî, cînayetek plankirî û rêxistinkirî be. Ji bo ev derkevin holê divê daraz li alî mexdurê cih bigire.”
 
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş (21) di 27’ê Îlona 2024’an de ji yurda Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û carek din agahî jê nehat girtin. Cenazeya Rojîn Kabaîş 18 roj şunde li Perava Molakasim hat dîtin. Agahiyên der barê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de derketin holê nîşan didin ku ev qetilkirine. Li ser bedena Rojîn Kabaîş DNA’yên aydê du mêran hat dîtin. Piştî salekê ATK’ê  agahiya ku ev DNA li ku derê beden hatine dîtin, da. DNA’yek li ser sîng, ya din di malzaroka wê de hat tespîtkirin.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Delîl baş nehatin komkirin’
 
Eren Keskîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mirinên biguman yên jinan her diçin zêde dibin û got: “Qetilkirina Rojîn Kabaîş hemû civakê eleqeder dike. Rojîn Kabaîş piştî winda bû 18 roj şûnde cenazeya wê hat dîtin. Heta wê rojê delîl baş nehatin komkirin.Tevî daxwaza baroyên Amed û Wanê rapor qels man. Ji ber vê rola ATK’ê pir tê nîqaşkirin. ATK di alî mijara delîlan de di mijara raporê de yekane navenda rayedare. Ji ber vê di mirinên biguman de ATK di raporan de vê mirina biguman qebûl dike. Baroya Amed û Wanê di daxuyaniyan de bi dehan carî gotin DNA’yê aydê mêran hatine dîtin û gotin divê bikin rapor ku ev DNA di kîjan beşa beden de hatine dîtin. Lê mixabin rapor pir dereng hat derxistin. Bêguman bertek li dijî vê hene. Malbatê bawer nedikir keça wan întîxar kiriye. Bi delîlên derketin holê jî ev veguherî baweriyê. Lê mixabin heta îro lêpirsînek kûr nehat kirin. Qels ma. Divê ev bûyer demildest bê ronîkirin.”
 
‘Peymana Stenbolê’
 
Eren Keskîn Peymana Stenbolê bibîr xist û wiha vegot: “Di mijara tundiya li ser jinan de peyaman herî baş ya hatibû amadekirinê bû. Hîmê Peymana Stenbolê ji têkoşîna ji erdnîgariya me dihat. Dewleta ev peyman îmze kir 10 sal şûnde fesh kir. Ev tê çi wateyê. Ev tê wateya ‘ji bo min tundiya li ser jinê ne girîng e’.  Bi gel re têgihiştinek wisa afirandin. Di zêdebûna qetilkirina jinan de feshkirina Peymana Stenbolê gelek bi bandore.”
 
Hêza jinan
 
Eren Keskîn di berdewamiyê de da zanîn ku li dijî tundiya li ser jinê rêxistibûna jinan gelek girînge û wiha dawî lê anî: “Divê em li dijî vê piştevaniyê bilindtir bikin. Li erdnîgariya me hem tevgera jinên Kurd hem ya femînîst gelek xurt e. Yên dewletê bi rêve dibin, peymanên îmze dikin pêk naynin.  Em ê li dijî mirina Rojînê deng bilind bikin em ê bikaribin pêşî li mirinan bigirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”