Weqfa Danîelle Mîtterrand TJA’yê xelat kir

  • 16:57 11 Kanûn 2025
  • Rojane
 
PARÎS – Weqfa Danielle Mitterrand xelat da Tevgera Jinên Azad (TJA) ku têkoşîna xwe di gelek waran de didomîne; Gultan Kışanak û Ruken Ayaydin xelat li ser navê TJA’yê  wergirtin. Xelat wekî nîşaneyek girîng a piştgiriya navneteweyî ji bo têkoşîna rizgariya jinan hate hesibandin.
 
Di 10’ê Kanûnê, Roja Mafên Mirovan de, 13’emîn Xelata Weqfa Danielle Mitterrand a salane ji civakên ku bi salan e di têkoşîna demokratîk a Kurdistanê de çalak in, nemaze di warên demokrasiya herêmî, rizgariya jinan û jiyana ekolojîk de, hate dayîn. Siyasetmedar Gültan Kışanak û Ruken Ayaydin xelat li ser navê Tevgera Jinen Azad  (TJA) wergirtin.