DEM Partî: Heta zarok axîvîn meclis li ku bû?
- 13:29 17 Kanûn 2025
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, dderbarê îstismara zarokan de li Parlamentoyê daxuyaniyek da û bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna belgeyeke siyasetê ya li ser têkoşîn û pêşîgirtina li tundiya li ser bingeha zayendî.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halide Turkoglu û koma parlamenterên jin ên li Meclîsê, li Meclîsê derbarê destdirêjiya li zarokên MESEM'î de civîneke çapemeniyê li dar xîstin.
Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û bi lêv kir ku ew destûrê nadin bûyerê istismara zayendî ya li Meclîsê bê veşartin û wiha got: “Taybet di xwaringeha Meclîsê de zarokên keç ên stajyeriyê dikirin rastî istismara zayendî hatine. Êdî ew bûyer weke îdia nikarin bigirin dest, hem îfadeya zarokan û hem jî qeydên kamera û binçavkirin bi awayekî şênber rastiyê nîşan didin. Li Meclîsê ku divê ji bo hemû kesan bibe cihekî bi ewle zarokên stajyer ku bi awayekî ne ewle tên xebitandin bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane û hatine bêdengkirin. Li gorî agahiyan herî kêm 4 zarokên keç ji aliyê xebatkarên Meclîsê ve bi tacîzê re rû bi rû mane. Xwestin ser bûyerê were girtin. Li vir kontrol tine ye, zarok bê parastin hatine hiştin. Ew zarok ne tenê stajyer in ew zarok di heman demê bi darê zorê tên xebitandin.”
‘Bûyer rewşa xebatê ya zarokan li ber çavan radixe’
Halîde Turkoglu di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ev bûyer rejîma xebitandina zarokan jî radixe ber çavan û got: “Em rêyedaran ji bo mekanîzmaya zarokan biparêze pêk bînin vêdixwînin ser wezîfeyê. Pirsa ku divê bê pirsin ev e; Heta wan zarokan gilî nekiribû gelo Meclîs li ku bû? Çima mekanîzmayeke ku zarokan biparêze û kontrolê bike tune ye? Çima refleksa yekem parastina zarokan nebû lê bêdengkirina zarokan bû? Divê tenê ne derheqê faîlan de lêpirsîn bê destpêkirin, divê derheqê kesên bi bûyerê zanibûn de jî bê destpêkirin. Ev bûyer encama vekişîna ji Peymana Stenbolê ye. Ev bûyer aqilê desthilata zilaman dide nîşandan û polîtîkaya MESEMê ya xebitandina zarokan e. Li Meclîsê nebûna mekanîzmaya parastina zarok û jinan pêkneanîna berpirsyariyê.”
Bang li Meclîsê kir
Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Lêpirsîneke taybet a di bin sîwana piştgiriya derûnnasî ku zarokan guhdar bike û bi malbata wan re bi hev re bixebite divê pêk were. Divê pêvajoyeke ku faîl neparêze û bê ceza neke lê hesab bipirse bê destpêkirin. Divê pêvajo ji bo raya giştî bi awayekî zelal bê meşandin. Divê metneke ku li dijî tundiyê jin û zarokan biparêze û ewlehiya wan pêk bînê di bin sîwana Meclîsê de pêk were û yekîneyek bê avakirin. Divê Peymana Stenbolê careke din bikeve meriyetê. Divê qanûnên cezakirinê yên li dijî tundî û îstîsmarê bên çêkirin.”







