Xwebûn li ser çanda Azadiya Welat hat avakirin

  • 10:01 20 Kanûn 2025
  • Rojane
Dîlan Oynaş - Rabîa Onver
 
AMED - Rojnameya Xwebûn ku di 21'ê Kanûna 2019'an de hatiye damezrandin, wekî navê niha yê vê xeta berxwedanê, sala xwe ya 6'emîn temam kir. Edîtora Xwebûnê Medya Bal li ser salvegera 6'emîn axivî û got: "Azadiya Welat di warê perwerdeyê de dibistanek bû, lê Xwebûn ev yek gihandiye astek cuda. Ji ber vê yekê, ew depoyek bîranînan e."
 
Li dijî êrişên li ser ziman, çand û hunerê çapemeniya azad a kurd her tim rolek mezin girt ser xwe. Li dijî polîtîkayên bişaftin, înkar û tunekirinê rojnameyên kurdî di nava gel de bû dibistanek. Yek jî wan kevneşopiyê didomîne Rojnameya Xwebûn e. Xwebûn di 21'ê Kanûna 2019'an de li ser mîrateya Azadiya Welat hat damezrandin. Xwebûn, ji weşanê wêdetir, wekî dibistanek çapemeniya azad berdewam dike, bîra kolektîf a gelê Kurd hildigire.
 
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Medya Bal derbarê salvegera rojnameyê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axifî. 
 
'Xwebûn xwe nasîn e'
 
Medya Bal diyar kir ku rojnameya Xwebûn di 21'ê Kanûna 2019'an de hat damezrandin û ew wekî berdewamiya Azadiya Welat weşana xwe didomîne, 6 sal in weşana xwe didomîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "i wê demê ve me gelek proje pêk anîn. Ji bo serdema nû jî dê projeyên me yên nû hebin. Wekî xwendevanek kurd, min xwest ku ez xebata xwe bi kurdî bidomînim û ji ber vê yekê min di rojnameyê de dest bi xebatê kir. Ez 5 sal in li Xwebûnê dixebitim. Dema ku em dibêjin Xwebûn, ew gelek tiştan digire nav xwe. Dirûşmeya Xwebûnê 'Xwebûn xwe nasîn e'. Ji ber vê yekê, dema ku mirov xwe nas dike dibin Xwebûn. Xwebûn ji bo me zanîngehek e, ew mamosteyek e. Ji ber ku li ser gelek mijaran nivîs û lêkolîn hene. Mînakî, Azadiya Welat di nav civakê de wekî dibistanek dihat dîtin. Belê, Azadiya Welat ji hêla perwerdehiyê ve dibistanek bû, lê Xwebûn ev bir astek cûda. Ji ber vê yekê, ew bîranînek e."
 
Astengiyên li hember zimanê kurdî
 
Medya Bal, tekez kir ku zordariya li ser zimanê Kurdî ku bi salan e heye, di warê çapemeniyê de jî berdewam dike û diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad bi salan e li dijî vê yekê têdikoşin û wiha bi lêv kir: "Lê di encama vê têkoşînê de, Kurd niha li her derê têne naskirin û rêz lê tê girtin. Navê Kurdan li her derê di rojeva cîhanê de tê behs kirin. Lê astengiyeke din a ku em pê re rû bi rû dimînin ne tenê polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji hêla hikûmetê ve têne kirin, lê di heman demê de oto-asîmîlasyona ku em li ser xwe ferz dikin jî ye. Li her derê ku em dixwazin bi Kurdî biaxivin, em rastî astengiyên hikûmetê tên. Ji bo vê yekê me hewce kir ku em di têkoşînê de bin. Ji ber ku em bi Kurdî baş nizanin, gelek kesên ku dixwazin di çapemeniyê de bixebitin berê xwe didin zimanê Tirkî."
 
'Em xwedî li heqîqetê derdikevin'
 
Medya Bal destnîşan kir ku dema ku em li civakê dinêrin, tevî pêşketinên di teknolojiyê de, ajansên nûçeyan ên bi zimanê Kurdî pir nayê naskirin û wiha axivî: "Ev şermek e. Gelek rojnamevan li ser navê azadiya çapemeniyê hatine kuştin. Nazim û Cîhan mînakên vê yekê ne. Divê em xwedî li xwe û heqîqeta xwe derkevin. Xwendevanên rojnameya me pir in. Nûçeyên me ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, di heman demê de li Ewropa û Rojava jî têne xwendin. Gelek kes Xwebûnê baş nas nakin, ji ber vê yekê gava em behsa Azadiya Welat dikin, ew wê nas dikin. Em dixwazin Xwebûnê pêşve bibin mîna ku em Azadiya Welat pêşve dixin. Xwebûn li ser çanda Azadiya Welat hatiye avakirin. Ew ruhek e."
 
Di serdema nû de projeyên nû
 
Medya Bal bal kişand ser têkoşîna rojnamegeran û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tiştê ku me dide domandin têkoşîn û pênûsên hevalên me ne. Em dixwazin xewnên wan ên neqediyayî pêk bînin. Tiştê ku me dide domandin mîrateya hevalên me yên şehîd e, em vê yekê wek deyn dibînin. Ji ber vê yekê em têdikoşin. Ji ber vê yekê, têkoşîna wan di serdema nû ya li pêşiya me de rêberiya me dike. Ji bo serdema me ya nû dê projeyên me yên cûda hebin. Nivîskarên nû û nivîskarên ku berê ji bo Azadiya Welat dinivîsandin dê tevlî me bibin. Projeyek me heye ku em bernameyan ji bo medyaya dîjîtal biafirînin. Em ê di serdema nû de bi hêztir li qadê amade bin. Em ê reng û dengê jinan di Xwebûnê de bêtir derxin pêş."