Li Edeneyê cenazeya jinekê hat dîtin

  • 17:59 28 Kanûn 2025
  • Rojane
 
EDENE- Li navçeya Sariçam a Edeneyê cenazeya jinekê ya bi navê Menekşe Bokurt hat dîtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li taxa Balcali ya navçeya Sariçam a Edeneyê cenaeya jinekê li tenişta rê hat dîtin. Şêniyên taxê ku cenaze dîtin agahî dan polîs û ekîbên tenduristiyê. Ekîbên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye.
 
Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku navê wê Menekşe Bozkurte. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî ya Edeneyê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.