Li Îranê xwepêşandan di roja 16’an de berdewam dikin

  • 12:33 12 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 16’an de berdewam bû. Di êriş û tundiya hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de zêdetirî 10 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û 491 xwepêşander hatine qetilkirin.
 
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
 
Êrişên hêzên rejîma Îranê
 
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bikartînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi êşkenceyê binçavkirin. Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.
 
Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.
 
Her diçe xwepêşandan belavtir dibin
 
Xwepêşandanên gelên Îranê, li 585 navçe, 186 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.
 
Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin û dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.
 
Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenê 96 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.
 
Nêzîkî 250 cenazeyên xwepêşanderên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, li Navenda Tiba Edlî ya Kehrîzeyê ya li Tehranê ne. Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendê dikin.
 
Li aliyê din sê rojin xetên înternetê jî hatine qutkirin, ev yek jî fikarên li ser operasyoneke tund zêde dike. NetBlocks ragihandibû ku girêdanên Îranê bi cîhana derve re di rêjeya asayî ya ji sedî 1 de mane.
 
Bîlançoya qetilkirin, girtin û birîndarbûnan
 
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hrana, di nava 16 rojan de 10 hezar û 681 xwepêşander hatine binçavkirin û 491 xwepêşander hatine qetilkirin ku ji vê hejmarê 8 kes dibin temenê 18 salî dene.
 
Di nava kesên hatîn binçavkirin de zêdetirî 167 zarok hene û 48 xwendekarên zanîngehan hene. Her wiha zêdetirî 50 rewşên îtîrafên bi zorê hatine qeyd kirin ku wekî beşek ji rêbazên zexta ewlehiyê têne hesibandin.