Ji bo mîtinga 'Hêvî û Azadiyê' bang
- 13:31 22 Çile 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk banga beşdarbûna mîtînga ku dê di 25'ê Çileyê de were lidarxistin kir.
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) dê di 25'ê Çileyê de li Qada Îstasyona Amedê bi dirûşmeya "Azadiya Rêber azadiya Rojava ye" mîtînga "Hêvî û Azadî" li dar bixe û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwaze. Platformê li ber avahiya Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da û banga beşdarbûna mîtîngê kir. Çetin Arkaş, ku berê li girtîgeha Îmraliyê girtî bû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.
Aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata daxuyanî xwend gel vexwend mitingê û peyama xwedîkderketina li Rojavayê Kurdistanê da.
Daxuyanî bi dirûşma, “Biji berxwedana Rojava” bi dawî bû.







