Rêxistinên hiqûqê: Pêvajoyeke derqanûnî hatiye destpêkirin

  • 13:32 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hemberî Rojava rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan û gotin: "Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê bibin parêzvanên Hiqûqa Navneteweyî ya Mafên Mirovan, serwerîya hiqûqê û mafê aştîyê; li Sûriye û herêmê ji bo avakirina aştiyeke mayînde pêk bê em ê hewlbidin ku erk û binbarîyên xwe yên hiqûqî û civakî cîbicîbikin."
 
Rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan têkildarî êrişên ser Rojava û binpêkirinên tên kirin daxuyanî dan. 
 
Mûş
 
Nûnertiya OHD'ê ya Mûşê, li dijî êrişan li ber Edliyê daxuyanî da. Gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn. Endamê Nûnertiya OHD'ê ya Mûşê Yusuf Karaaslan, axivî û got: "Bêstatû hiştina Rojava ne tenê perspektîfa jiyana hevbeş li Sûriyeyê hedef digire, lê di heman demê de zirarê dide aştiya herêmî jî. Hiştina gelê Kurd ê li derveyî sînorên Tirkiyeyê di bin gefa bêdewletbûn, bêewlehî û tundûtûjiya domdar de, aştiya civakî ya li Tirkiyeyê qels dike, ne ku xurt dike."
 
Colemêrg
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li ber edliya Geverê, ji aliyê ÎHD, OHD û Baroya Colemêrgê ve daxuyanî hat dayîn. Nûnerên saziyên hiqûqî, Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez û Hevşaredarê Şaredariya Geverê Şoreş Diri beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Hevserokê OHD'ê ya Colemêrgê Parêzer Ferît Atasoy ve hat xwendin. 
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê ji rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Bayrakliyê ya Îzmîrê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Em li hember êrîşên li ser Rojava bêdeng namînin" hat vekirin. Dirûşma "Hezar silav ji gelê li Rojava li ber xwe dide re" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Şaxa OHD ya Îzmîrê Ozcan Sarioglu ve hate xwendin.
 
Stenbol 
 
Gelek saziyên hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê derbarê êrîşên li ser Rojava de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de ku pankartek bi nivîsa "Em êrîşên li ser Rojava qebûl nakin" hat vekirin û dirûşma wekî "Bijî berxwedana Rojava, Rûmeta mirovahiyê dê DAIŞ'ê têk bibe" hatin berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla seroka şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Eda Onal ve hate xwendin. 
 
Piştî daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskin, axivî û got: "Hemû Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê aştiyê dixwazin. Ez bang li emperyalîstan dikim: hûn daxuyaniyên xwe yên navneteweyî û metnên xwe yên qanûnî ji holê radikin. Li Rojhilata Navîn tenê gelê laîk Kurd in. Ger hûn dixwazin rastî êrîşên cîhadîstan werin, wê hingê berdewam bikin. Her wiha, çapemeniya Tirk nûçeyên provokatîf diweşîne. Em tenê hewceyê aştiyê ne. Ji ber vê yekê, em bang li Lijneya Çapemeniyê dikin ku çapemeniyê hişyar bike."
 
Mêrsîn
 
OHD, ÎHD), OHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Edaletê, ji bo balkişandina ser êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ'ê li hewşa edliyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de, ku pankartek bi nivîsa "Şer têkçûna mirovahiyê ye, aştî pêşeroja me ya hevpar e, edalet bi aştiyê dest pê dike" hate vekirin, li ser navê rêxistinan Lokman Şaman daxuyaniya çapemeniyê xwend. 
 
Antalya
 
OHD, ÎHD û ÇHD, bi heman minasebetê li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyek da û bal kişand ser berxwedana Rojava 
 
Wan
 
Baroya Wanê, DADSAZ, şaxên ÎHD, OHD û TÎHV'ê yên Wanê li dijî êrişên li ser Rojava li ber Edliyeya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta 'Li Rojava qirqirin li cîhanê bêdengî' hat vekirin. Metna bi kurdî jihêla Sekreterê Giştî ya Baroya Wanê Alî Şapkaci ve hat xendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Sala 2011ê ji vir ve domkirina şerê navxweyî yê li Suriyeyê, binpêkirina mafê jîyanê yên bi milyonan kesan, derbiderbûna neçarî û binpêkirina mafê mirovan yên giran; qeyrana cudakarîya pirrehendîyê afirandiye. Di vê proseyê de gelê Kurd ê li Rojava dijîn bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê û çeteyên mîna wan ên çekdar û radîkal re ne tenê hebûna xwe, ewlehîya herêmî û navneteweyî jî parastine.
 
Pergala rêveberîya civakî û siyasî ya ku li Rojava derketiye holê; Li ser binaxeya rêveberiyeke demokratîk, piralî û bi beşdariya li ser esasê wekheviya ziman, dîn, bawerî û nasnameyê hatîye avakirin. Pergala Rêvebiriya ku li Rojavayê saz bûye, di civaka navneteweyî de bersiveke rewa dît; wek tecrûbeyekê giring hat nirxandin ku li Sûriyeyê çareserkirina aştiyane û qanûnî pêkan e.
 
Pêvajoyeke derqanûnî 
 
Lêbelê, piştî hilweşandina de facto û fermî ya rejîma Esed, hikûmeta demkî ya di bin serokatiya Ehmed el-Şara de hat damezrandin, pratîkên dewletê yên desthilatdar, yekrengî û vederkirinê da destpêkirin. Dema nêzîk da êrîş, îşkence, kuştinên girseyî û derbiderbûna neçarî ya ku Elewî, Durzî û herî dawî jî gelê Kurd hedef digire, bi awayekî zelal nîşan dide ku li Sûriyeyê  pêvajoyeke tundî û derqanûnî daye destpêkirin.
 
Êrîşên dawî yên li ser Helebê, operasyonên leşkerî yên li ser xeta Reqa-Dêrazorê zêde dibe, dorpêçkirin û êrîşên li ser Hesekê û Kobanî yên ku armanc dikin statuya qanûnî û siyasî ya li Rojavayê ji holê rakin; rasterast gefan li mafê jiyanê yên sivîlan dixwe û ihtimala meyindekrina aştiyê li Sûriyeyê qels dike. Ji holê rakirina Statûya Rojavayê ne tenê perspektîfa jiyana hevbeş a li Sûriyeyê ye armanc digire, di heman demê de zîyanê dide aştiya herêmî jî.
 
Di bin parastina navneteweyî de ye 
 
Li gorî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Çarteya Neteweyên Yekbûyî, Peymannameya Navneteweyî ya Mafên medenî û Siyasî, Peymannameya Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî; hemû gelên cîhanê li gorî binemayên hiqûqa navneteweyî, xwedî mafê diyarkirina çerenivîsê, xwedî mafê xwenûnerîya azad, xwedî mafê mîsogerkirina hebûna xwe ne. Mafên gelê Kurd yên li Rojavayê dijîn bê guman di bin parastina navneteweyî de ye.
 
Me divê destnîşan bikin ku, di navbera avakirina aştiyeke mayînde ya li Tirkiyeyê û misogerkirina mafên gelê Kurd yên li Sûriyeyê dijîn de hevgirêdanek rasterast heye. Ji bo gelê Kurd yên nêzîk sînorên Tirkiyeyê hiştina bêstatû, bêewlehî û di bin gefa domdar a tundîtîyê de aştiya civakî li Tirkiyeyê xurt nake, berevajî vê qels dike.
 
Li hemberî destkeftiyan êriş
 
Aştiyeke mayînde birêzgirtina mafên rewa yên gelên ku li herêmên cîran dijîn gengaz e. Çareserîyekê li Sûriyeyê ku hebûn, nasname û mekanîzmayên nûnertîya demokratîk ya gelê Kurd garantî bike, dê bingeha civakî û siyasî ya proseya aştiya li Tirkiyeyê jî xurt bike.
 
Yek ji gelên damezrînerên Komara Tirkiyeyê Gelê Kurd, li bendê ye ku gelê kurd yên li Rojava de dijî dewlet rêzê li vîna wan ya diyarkirina çarenivîsê bigire û di rûbirû mayîna êrîşên li dijî wan û malbatên wan  biparêze. Ev piştgirî wekî piştgiriya ku dewlet dide vîna Tirkekî Uygur, Azerî, an jî Filistîniyekî ye. Binaxeya domkirina pêvajoya li Tirkiyeyê girêdayî cîbicîkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd e. Lêbelê, nîşandayîna kêfxweşîya kuştin û qetilkirina Kurdên li Rojava û êrîşên li dijî destkeftiyên wan, dê bibe sedema parçebûneke hestyarî di navbera gelên Rojhilata Navîn de.
 
Bêdeng man
 
Ev tişt jî divê bê gotin ku, Nêzîkatiya zextên li hember kesên ku protestoyê êrîşên HTŞ'ê yên li ser Rojava û bêdengmayîna hêzên navneteweyî dikin û nîşandana hevgirtinê bi gelê Rojava re dikin, xwepêşandan û meşên aştiyane li dardixin nîşan dide ku dixwazin li hember êrîşên li dijî gelê kurd û li dijî Rojava bêdeng bimînin. Lêbelê, em wekî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, parastina mafên mirovan û bêdengnemayîna me ya li dijî êrîşên li Rojavayê berbarîya me ya aştî û wekheviyê ye. Her wiha em qedexekirina xwepêşandan û meşên aştiyane; destwerdana bêpîvan ya hêzên ewlehiyê, sepandina serederîya xirab û rêkarên binçavkirinê ya li dijî Gel, Parêzvanên Mafên Mirovan, Rayedarên Hilbijartî, Parêzer û Serokê Baroyê şermezar dikin.
 
Di vê çarçovê de, em bang li raya giştî ya navneteweyî, dewlet û sazîyên navneteweyî yên ku li ser Sûriye û Rojava xwedî bandor in dikin:
 
Divê ku li hember êrîşên li ser sivîlan û binpêkirinên mafên mirovan yên etnîkî-dînî yên li Sûriyeyê  bê deng nemînin; Divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî de, ji bo parastina statuya qanûnî û siyasî ya Rojava gavên bibandor werin avêtin. Di heman demê de banga me ya ji rayedarên erkdar yên Komara Tirkiyeyê, di serî de Serokkomar û serokên partiyên siyasî yên ku di Parlamentoyê de temsîl dibin ev in:
 
* Divê Konseya Ewlehiyê ya yekitîyên Neteweyî, komkujîyên li dijî sivîlan ku bên sekinandin demildest hemû mekanîzmayên navneteweyî yê parastinê, tevî "herêma dijefirînê" çalak bike.
 
* Yekîtiya Ewropî û Hevalbendîya Navneteweyî: Nayê qebûlkirin ku bêdeng bimînin dema ku îro gelekî ku li dijî DAIŞê de şer kirîye û bi wan re şirîkatî kiriye ji aliyê hêzên herêmî ve tê qirkirin . Divê rêzik û normên Neteweyên Yekbûyî demildest werin cîbicîkirin. Berevajî vê, bêdengî nîşan dide ku peymanname û mekanîzmayên Yekitîyên Neteweyî bi awayekî eşkere bêqîmet in û rewatiya wan nemaye.
 
* Dadgeha Sizayî ya Navneteweyî (ICC): Em daxwaza avakirina mekanîzmayên lêpirsînê yên lezgîn dikin da ku angaştên "tawanên şer" û "hewldanên komkujîyê" li herêmê li cihê bûyerê bê lêkolînkirin.
 
Serweriya hiqûqê û mafê aştiyê
 
Divê Komara Tirkiyeyê, ne bi rêxistinên selefî yên radîkal ên wekî HTŞ'ê re, bi rêya diyalogê li gelê Kurd û pêkhateyên din ên civakî yên li Sûriyeyê dijîn re, ji bo avakirina aştiyeke mayînde piştgirî bide. Bi rastî jî, divê ji bo vîna gelê Rojava rêz bê girtin.
 
Aştiyeke mayînde û dadmendane ne bi rêya înkar, tundîtî û ferzkirina bêstatûyê, bi rêya rêzgirtina îradeya gel û garantîkirina nasname û baweriyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev gengaz e. Parastina çareseriya demokratîk û statuya qanûnî ya li Rojava yek ji şertên bingehîn ên xurtkirina aştiya li Tirkiye û herêmê ye.
 
Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em ê bibin parêzvanên Hiqûqa Navneteweyî ya Mafên Mirovan, serwerîya hiqûqê û mafê aştîyê; û li Sûriye û herêmê ji bo avakirina aştiyeke mayînde pêk bê em ê hewlbidin ku erk û binbarîyên xwe yên hiqûqî û civakî cîbicîbikin."