Li Bexdayê ji bo pişgiriya Rojava çalakî hat lidarxistin
- 14:49 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê Înîsîyatîfa Parastina Iraqê ji bo piştigirya Rojava çalakî li dar xist. Însîyatîfê di çalakiyê de diyar kir bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnî ji bo parastina sivîlên Sûriyeyê bicih bînin.
Li Cadeya Mutenebî ya Bexdayê komek çalakvan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kom bûn. Belavok belavkirin û daxuyaniyek li ser metirsiya li ser Rojavayê Kurdistan û Iraqê dan.







