Li Ewropayê çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava didomin

  • 23:48 25 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin û berxwedana gel hate silavkirin.
 
Di meş û çalakiyên cuda ên li navendên Ewropayê berxwedana Rojava hate silavkirin û êrîşên çete û komkujiyên li ser sivîlan hatin şermezarkirin.
 
Lorient
 
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lorinet ê Fransayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava li Qada Place de l’Église Kerentrechê li hev kom bûn. Navenda Çanda Elewî ya Morbihan, endamên BIR-KAR û alîgir tevî dirûşmeyan heta Qada Place Aristide Briand meşiyan.
 
Parlementerê Ekolojîst ê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Damien Girard jî tevlî çalakiyê bû û êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li ser sivîlan wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Her wiha helwesta hikûmeta Fransayê rexne kir. Damîen Girard diyar kir ku ew ê hem li Meclîsa Neteweyî hem jî xwecihî bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be.
 
Di axaftinên li ser navê civaka Kurd de îşaret bi krîza mirovî ya li Rojava hate kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Kesên ku îro bêdeng dimînin, wê sibê bibin hevkarê vê sûcê. Li Rojava 5 zarok ji ber sarma û birçîbûnê mirin. Ne bi bombe, ne bi gule… Ji ber bêdengiyê jiyana xwe ji dest dan.”
 
Di dawiya çalakiyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya bi Rojava re dewam bike.
 
Draguignan
 
Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî çalakiya kona berxwedanê ku bi armanca piştevaniya bi Rojava re li pêşiya Walîtiyê hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Nobeta konê îro ji aliyê ciwanan ve hate dewrgirtin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de berxwedana Rojava silav kirin.
 
Ciwanan destnîşankirin ku berxwedana Rojava, berxwedana rûmetê ya gelê Kurd e. Tê payîn ku çalakî di rojên pêş de bi tevlîbûna komên cuda dewam bike.
 
Nice
 
Li bajarê Nice yê Fransayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştevaniya Rojava meşiyan. Meşa ku li pêşiya rawestgeha Nice destpê kir, li Qada Massena bi dawî bû. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
 
Her wiha danezanên bi Fransî hatin belavkirin û şoreşa Rojava û berxwedana xweparastinê ya gelê Kurd hate vegotin. Zelal Yilmaz ku li ser navê tevgera jinan axivî, berxwedana li Rojava ya di pêşengtiya jinan de silav kir û wiha got: “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê meşaleya azadiyê ye.” Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî.
 
Enschede
 
Li bajarên cuda ên Hollandayê êrîşên li ser Rojava bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin.
 
Li bajarê Enschedeyê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Enschedeyê cara ewil protestoya bi rojeva Rojava hate lidarxistin. Zêdeyî 3 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Çalakî b deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre têkildarî geşedanên heyî, axaftinên bi Hollandî hatin kirin.
 
Girseyê êrîşên li ser Rojava protesto kir û destnîşan kir ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî komkujiyan bêdeng nemîne.
 
Gronîngen
 
Li Groningehê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Groningehê, di çarçoveya çalakiyên ku 5 rojan dewam bikin de, meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.
 
Di axaftina li ser navê PYD’ê de hate diyarkirin ku xwedîderketina li Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê berpirsyariyeke hevpar e. Her wiha ji bo şikandina dorpêç û ambargoya li ser Kobanê banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
 
Den Haag
 
Bi hezaran kes tevlî protestoya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Den Haagê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Free Free Kurdistan”, “Stop Genocide in Rojava”, “Wij Koerden vechten voor mensenrechten”, “Kujer Colanî, ji Kurdistanê bicehime”, “YE fînanse dike, Colanî bombe dike”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berzkirin. 
 
Girseya ku xwest ber bi Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve bimeşe, bi hinceta kêmbûna polîsan hate astengkirin. Çalakvan bertek nîşanî vê dan û piştî ku demek dirûşme berzkirin dawî li çalakiya xwe anîn.