Li Cizîrê banga meşa 15'ê Sibatê

  • 13:26 14 Sibat 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Komîteya amadekar a meşa 15'ê Sibatê ya Cizîrê destnîşan kir ku ew ê ji pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê ber bi Dortyolê ve meş li dar bixin û got: “Dê îsal bibe bidestxistina statuya gelê Kurd û azadiya birêz Ocalan. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.”
 
Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn 27 salan li pey xwe hiştin. Komloya navneteweyî dê di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi dirûşma “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” bi meşekê were şermezarkirin. Hat diyarkirin ku rêgeha ku dê meş lê bê lidarxistin, hat guhertin. Meş dê li pêşiya Avahiyê DEM Partiyê ya Cizîrê dest pê bike û dê heya xaçerêya Dortyolê bidome.
 
Têkildarî guhertina rêyên ku dê meş lê bên lidarxistin komiteya amadekar a meşê li pêşiya avahiyê DEM Partiyê ya Cizîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha got: “Em dizanin ku komloya hatiye pêkanîn li dijî gelê Kurd e. Divê îsal bibe sala bidestxistina statuya gelê Kurd û azadiya birêz Ocalan. Em ê wek gelê Botanê sibê saet 17.00an de dê li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê werin ba hev û dê ber bi Dortyolê ve bimeşin. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin meşê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.