Azadiya Welat bi manşeta ‘Bingeyê yewîye ziwan o’ derket
- 12:45 16 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 6’emîn a rojnameya Azadiya welat bi manşeta “Bingeyê yewîye ziwan o” derket.
Hejmara 6’emîn a rojnameya Azadiya Welat ku hefteyê rojekê tê çapkirin, gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, vê hefteyê di manşeta xwe de cih da hevpeyvîna li ser ziman û bi manşeta “Bingeyê yewîyê ziwan o” derket.
Rojnameyê bi Hevserokê Enstîtuya Kurdî Mûrat Bilgîç re hevpeyvîn amade kir. Mûrat Bîlgîç di hevpeyvînê de balê dikişîne ser rista ziman û bandora ziman a li ser yekitiyê.
Dîsa nivîskar Cemîle Turhalli jî bi sernavê “Azadiya ziwanan azadiya şaran a” balê dikişîne ser girîngiya azadiya ziman. Nivîskar Şadiye Manap jî bi ser navê “Entegrasyona li Rojava” balê dikişîne ser peymana 29’ê Çileyê di navbera HSD û Şamê de hatiye mohrkirin û entegrasyona demokratîk.
Nivîskar Rojger Botan jî di nivîsa xwe ya bi ser nav “Serkeftina Kurdan a Rojava” de balê dikişîne ser encama têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a ku ji bo Rojava li çar aliyên cîhanê raber kir.
Dîsa nivîskar Adar Gulan bi nivîsa xwe ya “Saziyên jinan ne mijara muzakereyan in”, nivîskar Elîxan Loran bi nivîsa “Çend rûyên asîmîlasyonê”, nivîskar Arslan Ozdemîr bi nivîsa “Mamosteyê ku çiya bi bêhna xwe didan axaftin”, nivîskar Felemez Ulug bi nivîsa “Paranoya sînoran û faşîzma sînoran”, nivîskar Hesen Huseyîn Denîz bi nivîsa “Neteweya Kurd bûn yek”, nivîskar Medenî Ferho bi nivîsa “Komara Mahabadê û Rojava”, nivîskar Rifat Ronî bi nivîsa “Roja parastina zimanê gelên bindest”, nivîskar Prof. Dr. Abdulîllah Polat bi nivîsa “Rojava çima şaş tê şirovekirin?” û nivîskar Siyabend Aslan jî bi nivîsa “Zarok şer û trawma” di hejmara dawî ya rojnameyê de cih girt.







