Jineke Êzidî ya hatibû rizgarkirin gihişte Şengalê
- 19:45 4 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Êzidî ya piştî dilgirtina 12 salan û şûnde hatibû rizgarkirin, îro ji aliyê oldar, malbat û welatiyan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Jina Êzidî ya bi navê Cemîla Babîr sala 2014’an, di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de li gundê Qinê bi malbat û kesûkarên xwe ve hatibûn girtin. Cemîla Bapîr Hacim dema hatibû girtin 7 salî bû. Cemîla 12 salan di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê de dimîne. Dayîk û hinek mirovên wan piştî girtinê çend salan tên azadkirin, lê Cemla dimîne.
Heta niha ti agahî ji bav û mamê wê nîne.
Di pêvajoya girtinê de Cemîla li gelek bajarê Sûriyeyê dimîne û herî dawî li Idlibê tê azadkirin.
Cemîla piştî esareta 12 salan vegeriya Şengalê û ji aliyê oldar, malbat û xizmên xwe ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.
Li ser rizgarkirina Cemîla Babîr Hacim mamê wê Faris Bedel Hacim ji ajansa me re axivî û got: “Em pir kêfxweşin ku Cemîla hate azadkirin û gihişte malbata xwe. Ev kêlî ji bo min pir girîngin. Ji malbata me kesên hatibûn revandin hinek hatin azadkirin, lê bav û mamê Cemla hê jî ti agahî li ser nîne. Daxwaza me ewe ku di demeke kin de hemû dîlgirtiyên me bên azadkirin.”
Cemila Babîr Hacim ji gundê Qinê ya ser bi bajarê Şengalê ye û ji eşîra Mirkane.







