Li Wan û Agiriyê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
- 16:17 9 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan û Agiriyê bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiya dengbêjan hat lidarxistin, panel hat organîzekirin û standa pirtûkan hat vekirin.
Di 4'ê Gulanê de Saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a li Wanê deklarasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya Herêma Serhedê aşkere kir. Piştî aşkerakirina deklarasyonê bernameyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin. Îro jî li Wan û Agiriyê bi çalakiyên cuda bal kişandin ser girîngiya ziman.
Agirî
Komeleya Peşvebirin û lêkolîna Çand û Ziman Kurdi-Zan Panosa Agiriyê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek û şahiya dengbêjiyê li dar xist. Di çalakiyê de ku gelek welatî û nûnerên rêxistinên civakî beşdar bûn. Peyamên li ser parastin û berdewamiya zimanê dayikê di qada giştî de hatin dayîn.
Wan
Li Parka Hunerê ya Reya Armûşê ya Wanê jî ji hêla Komelaya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDÎGEH) ve standek hat vekirin. Di standê de pirtûkên bi kurtî hatin nasandin. Qada ku stand hat vekirin pankartên wekî "Her der Kurdî her dem Kurdî", "Azadiya Kurdî azadiya civakê ye", "Statû ya Kurdî perwerdehiya Kurdî" hatin daliqandin.
Li parkê stranên kurdî hatin gotin û govend hat gerandin.
Her wiha standa pirtûkan dê hat 14'ê Gulanê saet 18.00'an vekiri be.







