Ji bo piştigiriya YPJ’ê helbest hatin xwendin

  • 21:37 9 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina JInan (YPJ) çalakiyeke xwendina helbestan hat lidarxistin.
 
Nivîsgeha Jinan a Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê, bi hevkariya Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), îro li Parka Xwendinê ya Hesekê ji bo piştgiriya YPG’ê çalakiyeke xwendina helbestan li dar xist.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jinan a TEV-DEMê, Şêrîn Hesen axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinan tê zanîn.
 
 Şêrîn Hesen diyar kir ku, "Divê jin di siberoja Sûriyeyê de rolekê bilîzin, û em diyar dikin ku YPJ`ê sembola hebûna jinan li herêmê ye. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe mezin bikin, û em piştgiriyê didin YPJ`ê û em ê her gav li pişt wan bin."
 
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê Feyrûz Reşik jî, axivî û diyar kir ku YPJ`ê nûneriya hebûna jinan li herêmê ye.
 
Piştî axaftinan komek helbestvanên jin helbestên xwe yên derbarê YPJ`ê û şoreşa Rojava de xwendin.