Li Dirbêsiyê bi sedan kes ji bo YPJ’ê meşiyan
- 15:42 11 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Dirbêsiyê meşiya û daxwaz kir ku YPJ tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê were kirin.
Kongra Star îro li Dirbêsiyê di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ’ê de meşek li dar xist. Bi sedan şênî, endamên saziyan, meclis û tevgerên ciwanan û jinan tevlî meşê bûn.
Meşê li Çerxerêya Jina Azad dest pê kir. Beşdaran pankartên "Em hemû YPJ ne", "YPJ nûneriya me dike" û "Jin şoreşa Rojava diparêzin" hilgirtin.
Beşdarên meşê ber bi Çerxerêya Gardînyayê ve meşiyan û li wir meş veguherî mîtîngê. Rêvebera Ofîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebîr Hesen li wir axivî û têkoşîna jinan di şoreşa Rojava de û rola wan a girîng di qonaxên cuda yên şoreşê de bi bîr xistin û got: "Yekîneyên Parastina Jin li Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand û ji bo parastina herêmê û mafên jinan fedakariyên mezin kirin. YPJ hebûn û îradeya gel temsîl dike."
Meş bi dirûşmên ji bo piştgiriya YPJ’ê bi dawî bû.







