Tenduristiya Mahşer Perendîn xirab dibe

  • 13:32 13 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporên ji girtîgeha Evînê tên, rewşa tenduristiya Mahşer (Muhterem) Perendîn a girtî giran e. 
 
Li gorî rapora ji aliyê çavkaniya mafên mirovan ve hatî weşandin, tevî şertên giran ên tenduristiya Mahşer (Muhterem) Perendîn, ji mafê dermankirinê bêpar tê hiştin. Çavkaniyan diyar kirin ku di van mehên dawî de rewşa wê ya tenduristiyê her ku diçe xirab dibe, bêpar mayîna ji mafê tedawiyê, fikarên derbarê jiyana wê de zêde dike.
 
Hate diyarkirin ku Mahşer Perendîn nexweşa dil e, her wiha di beşa xwar a qirika wê û nêzî hişê wê de du tîmor hene. Li gorî teşhîsa bijîşkên girtîgehê, divê ev tîmor tavilê bê tedawîkirin. Heta niha jî ji bo sewqa navendek tenduristiyê ya derveyî girtîgehê tu gav nehatine avêtin.
 
Li gorî çavkaniyên nêzî malabata wê, yek ji tîmorên nêzî mêjiyê wê, bandor li pergala wê ya sînor û tevgerê dike. Ev rewş rê li ber windakirina hevsengiyê, zorbûna tevgerê û xirabbûna axaftinê vedike, di axftina wê de qutbûnên demdirêj û bi zorî heye.
 
Her wiha hate diyarkirin ku ji ber derengbûna tê jiyîn, tîmor mezin dibe û werma di qirêkê de, êdî tê dîtin. Li gorî çavkaniyan, di beşa pişt a serê wê di bin porê wê de girêkek din heye û tê dîtin, ev jî fikarên derbarê nexweşiya wê gelek giran bûye de zêde dike.
 
Li gorî agahiyên hatine weşandin, tevî ku dema zagonî ya ji bo Mahşer Perendîn ji tehliyaya bi şert sûd bigre temam bûye, dozger vê daxwazê red kiriye. Her wiha heta niha ji mafê tedawiyê bê par hatiye hiştin. Ev rewş wisa kir ku şertên tenduristiya girtiyên nexweş li girtîgehên Komara Îslama Îranê dîsa bû rojeva saziyên mafê mirovan.  
 
Mahşer (Muhterem) Perendîn ku nêzî 50 salî ye, ji derveyî şêwekar û hunermend, dayîka zarokek ku perwerde dibîne ye û debara malbata xwe pêk tîne. Berê Dadgeha Şoreşê du sal cezayê girtîgehê lê birîbû.