Li Rojhilat dawî li girtinan nayê: Aqûbeta Estî Muhammedî nayê zanîn

  • 13:51 14 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Kesek ku navê wî nayê zanîn û Estî Muhammedî ya 67 salî ku ji Bokanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin. Malbatên wan bi rojan e ji wan ti xeber nastînin û rêxistinên mafên mirovan hişyariyê didin ku girtinên kêfî dê zêde bibin.
 
Zêdebûna tedbîrên zorê, girtinên kêfî û zexta ewlehiyê, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e. Du welatiyên ji Bukanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û birin cihekî ku nayê zanîn. Rastiya ku ev girtin bêyî tu hincetek fermî hatine kirin, fikarên li ser zextên zêdebûyî yên li herêmê zêde kiriye.
 
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin, yek ji kesên hatine girtin Estî Muhammedî ya 67 salî ji Bukanê ye û yê din jî welatiyekî sermiyan e. Hat ragihandin ku Estî Mihemedî êvara 11’ê Gulanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin, lê kesê din rojek berê di operasyoneke cuda de hatiye girtin. Li gorî agahiyan, ev kes berî ku ji bo navendeke ewlehiyê ya li Ûrmiyê were veguhestin, rojekê li navendeke binçavkirinê ya li Bokanê hatiye girtin. Tevî ku 3 roj derbas bûye jî, derbarê cih, rewşa tenduristiyê, an pêşveçûna doza her du kesan de ti agahiyên zelal nînin.
 
Her wiha tê gotin ku Estî Mihemedî nexweşiyên kronîk dikşîne û pêdivî bi dermankirina birêkûpêk heye.
 
Rayedarên ewlehî û dadwerî hîn jî ji bo binçavkirinan an jî sûcdariyên muhtemel, daxuyaniyek nedane. Li gorî agahiyan, malbat di nezelaliyeke tevahî de ne û ji rayedarên pêwendîdar ti bersivên zelal negirtine.
 
Binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin
 
Rapor nîşan didin ku ji dema destpêkirina agirbestê ve li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên cuda yên Îranê, girtin, îtîraz û dozên tepeserkirinê pir zêde bûne, rojnamevan, jin, çalakvanên civaka sivîl, kesayetên çandî, malbatên ku li edaletê digerin û zarok, dibin hedefa van zextan.
 
Rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku binçavkirinên bêyî biryara dadgehê, veguhestina navendên ewlehiyê û nehiştina gihîştina parêzer wekî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî û binçavkirinên keyfî têne hesibandin.