Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir
- 20:30 17 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ku li Silêmaniyê daxuyanî da, bang li Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê kir ku mafên çandî yên Kurdan û YPJ’ê bi awayekî fermî nas bike.
Di saetên êvarî de li Navenda Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê Tifaqa Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina bi YPJ’ê re daxuyaniyeke ya çapemeniyê da.
Daxuyanî ji aliyê çalakvan Rûber Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser mafê ziman û çandî ya di destûrên navneteweyî û mafê mirovan de hatiye erêkirin û divê her netew li gorî çand û zimanê xwe bijî. Di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kişandina ser peymana li Rojavayê Kurdistanê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriye û QSD’ê hatiye kirin û ev hate gotin: “Ev peyman bi armanca dawîkirina şer û yekkirina hêzên Kurdî ya di nava artêşa Sûriyeyê de. Ev jî wê taybetmendiyên herêmên Kurdî û hêzên Kurdî li ber çavan bê girtin. Dîsa parastina herêmên Kurdî ya bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de bê kirin. Peyman ji 14 xalan pêk hatibû. Yek ji van xalan jî fermî qebûlkirina mafê rewşenbîrî û çandê ye. Hikûmeta demkî hewl dide bi rengekê xalên peymanê bi cih neîne. Rê nade ku bi zimanê Kurdî perewerde bê dayîn. Hikûmeta Demkî ya Sûriye di pêkanîna xalên hatine diyarkirin de xemsar nêzîk dibe û paşguh dike. Heman demê di çareserkirina pirsgirêkê de jî xemsar nêzîk dibe û ji bo çareseriyê jî ne amade ye. Dîsa di mijara YPJ’ê de bi temamî mijarê paşguh dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hemû hewldan wisa kiriye ku Kurd bi hestyar nêzîkî mijarê bibe û daxwaz ji Hikûmeta Demkî ya Sûriye dikîn ku bi awayeke rast kar bikin ji bo serketina peymana aştiyê û xwe ji xalên peymanê neveşêrin.
Herî dawî daxwaz ji saziyên demokrasî yên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Fransa hate kirin ku pêvajoya aştiyê di bin kontrol û çavdêriya wan de bi rê ve diçe, vê mijara mafê çandî û ziman bişopînin û rê nedin mafê gelê Kurd bên binpêkirin û zextê li ser hikûmeta Ehmed Şera bikin ku peymanê weke heyî bi cih bînin. Her wiha daxwaz ji hemû Kurdistaniyan hate kirin ku di vê mijarê de rol û erkê dikeve ser milan bi cih bînin.
Daxuyanî bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.







