Navenda Piştevaniya Jinan a Sarnus ji bo vekirinê amadeye

  • 20:41 20 Gulan 2026
  • Rojane
WAN – Li navçeya Şax a Wanê li taxa Sarnus qada jiyanê ya jinan bi keda komunal ava kirin ji bo vekirinê amade ye.
 
Li navçeya Şax a Wanê li taxa Sarnus qada jiyanê ya jinan bi keda komunal ava kirin ji bo vekirinê amade ye. Navenda Piştevaniya Jinan a Sarnus ku di rojên pêş de wê bên vekirin, xebatên wê yên boyaxkirin, paqijî û teknîkî bi keda hevpar a jinan hat temamkirin. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê jî tevli xebatêna amadekariya teknîkî bûn.
 
Di xebatan de hat diyar kirin ku wê bi vê navendê piştevaniya jinan mezin bikin û her wiha ev qad ji bo faliyetên hilberîna jinan jî wê bê bikaranîn.
 
Hat diyakirin ku wê rojên pêş de navend bê vekirin.