Rojnameger Sema Bîngol hat binçavkirin
- 19:51 1 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE- Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê xwestin Ethem Sarisuluk bi bîr bînin rastî mudexeleya polîsan hatin û di nava wan de nûçegihana MA’yê Sema Bîngol jî heye gelek kes hatin binçavkirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Enqereyê ji bo bîranina Ethem Sarisuluk ku di 2013’an de ji ber çalakiyên Parka Geziyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, xwestin bernameya bîranînê li dar bixin. Girse li Guvenpark a navçeya Çankaya ya Enqereyê ku Etem Sarisuluk lê hatibû kuştin kom bû û xwest merasîma bîranînê li dar bixe. Polîsan girse dorpêç kir û nehişt girse ber bi Guvenparkê ve bimeşe. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseyê kir.
Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Ethem Sarisuluk nemir e”, “Her der Taksîm her der têkoşin”, “Kujêr dewlet dê hesab bide” û ” Polîs derkevin ev kolan ê me ye” çê kolana Yukselê. Girseya ku li kolana Yukselê civiya careke din rastî êrişa polîsan hat û girse belav bû. Polîsan nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol ji nav de gelek kesan binçav kir.







