Banga mezinkirina kampanyaya ‘#NaJiDarvekirinanRe’
- 13:31 3 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî polîtîkayên darvekirinê yên Rejîma Îranê daxuyanî da û got: “Heta rejîma zordar hilneweşe dê metirsî bidome. Xurtkirina xeta 3'yemîn deriyê azadiyê ye. Ew jî bi yekitiya neteweyî û piştevaniyeke Kurdistanî re girêdayî ye.”
Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, têkildarî polîtîkayên darvekirin, kuştin û binpêkirina mafên mirovan yên rejîma Îranê li ser gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rejîma Îranê gelek zext û zordariyê li ser gelê Kurd ê li Rojhilata Kurdistanê dimeşîne û ev tişt gotin: "Çi rejima şah û meleyan, çi rejimên beriya van her du rejiman dema ku mijar dibe Kurd, tevger û nêrînan wan jî wekî hevdu dibin. Bi taybetî, di van rojên agirbestê yên Îran û DYA-Îsraîlê de tê dîtin ku polîtîkayên tepisandin, desteserkirin û darvekirinê hatine bilezkirin. Di Rejîma îranê de li ber şerê DYA/Îsraîlê hêzên leşkerî her ku diçe hêztir dibe. Ew hêzên leşkerî ew rewş ji bo xwe firsendek ditiye û li dijî hêzên demokratîk bi kartinê. Tenê li Rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de 2 ciwanên Kurd bê pirs û lêpirsîn hatin qetilkirin, 5 kes hatin darvekirin û metirsiya darvekirinê li ser 6 girtiyên sîyasî didomin.”
Di daxuyaniyê de Înisiyatîfê da zanîn ku desthilatên zilimkar xwedî bîrekî ne û wiha pê de çû: “Zêdebûn û bilezbûna van darvekirinên ku di 43yemîn salvegera înfazkirina 59 Kurdên Mehabadê de pêk tên wekî tesadûfekê nayê dîtin. Gel jî xwedî bîr e û cardin naxwazê ev kirin werin serî. Heta rejima zordar hilneweşe an xwe neguherîne dê li ser Rojhilatê Kurdistanê her tim metirsî jî bidome. Em dizanin ku tenê xurtkirina xeta 3'yemîn dê deriyê azadiyê ji bo hemû gelên Kurdistanî vebike. Ew jî ancax bi yekîtiya neteweyî û piştevaniyeke Kurdistanî girêdayî ye.”
Înisiyatîfê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di zindanan Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de girtiyên sîyasî li ber xwe didin û ev tişt gotin: “Li dijî cezayên darvekirinê li 56 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rojiya birçîbûnê didome. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovî yên li Îranê di nava sala 2025an de ji 2 hezarî zêdetir kes, di nava 5 mehên dawîn de, 43 girtîyên sîyasî hatin darvekirin. Ji ber vê, kampanyaya ‘Ji darvekirinên Sêşeman re na’ 123 hefte ne tên meşandin. Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî bang li xwişk û birayên xwe û saziyên navneteweyî dikin ku pêşî li darvekirinan were girtin.”
Di dawiya daxuyaniyê de Înîsiyatîfê xwest Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Ewropayê sekna xwe li dijî cezayên darvekirinê zelal bikin û wiha derbirî: “Em bang li welatên ku Kurd lê dijîn dikin da ku polîtîkayên xwe yên li Îranê li ser bingeha dijminatiya Kurdan ava nekin. Ji ber vê, em bang li gelê xwe yê rûmetdar dikin ku li hemberî Rojhilatê Kurdistanê xemsar nebin. Werin em bi hev re îro li ser medyaya dîjîtal bibin dengê xwişk û birayên xwe û bi hev re çalakiya hastagê ya ‘#NaJiDarvekirinanRe’ mezintir bikin.







