Bawernameyên Rêveberiya Xweser hatin qebûlkirin
- 12:25 20 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê naskirina bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn qebûl kir. Her wiha destûr hatin dayîn xwendekarên li gorî materyalên Rêveberiya Xweser xwendine, yên 2025-2026 û 2026-2027 de beşdarî ezmûnên giştî bibin.
Duh Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara hejmar 1617/943 der barê bawernameyên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn de da.
Ev biryar li ser bingeha bendên qanûna Hejmar 31´an a 2024´an e.
Pêwîst e rewşa qanûnî ya xwendekarên li bajarên rojhilat jî li ber çavan were girtin.
Ev biryar beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam e ji bo avakirina pergalek perwerdehiyê ya yekgirtî, piştî bicîhanîna materyala xwendinê ya yekgirtî ya hikumeta Sûriyeyê li hemû bajarên Sûriyeyê.
Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar tê dayîn:
Madeya 1:
Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê ya Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di azmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdehiya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027´an de, beşdarî azmûnên bawernameyên (amadehî û perwerdehiya Bingehîn) bibin.
Madeya 2:
Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla Wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin.
Madeya 3:
Ev biryar tê weşandin û ji bo bicîhanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin.








