Nobeta edaletê ya li Êlihê di roja sêyemîn de ye
- 20:09 23 Hezîran 2026
- Rojane
ÊLIH - Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û di roja sêyemîn de berdewam kir.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dîjî îdiayên bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi gUman ên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê ketine rojevê, li ber edliyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Çalakiya wê 5 rojan bidome, di roja 3’emîn de berdewam kir.
Ruken Zeryam Işik y aTJA’yî da zanîn ku ew sê rojin di nobetê de ne û got: “Em diznain vê çalakiyê ji bo çi dikin. Wek her derê Kurdistanê li êlihê jî bi destê pergalê li saziyên fermî nirxên civakê tên wêrankirin.”
Ji Meclîsa Jinan a DEM PartÎ ya Mêrdînê Emîne Çîftçî jî got ji bo bûyerên din neyên jiyîn divê sûcdar bi cezayên giran bên cezakirin.
Ji Rêxisitna DEM Partî ya Nisêbînê Katîbe Tekyuce bûyer şermezar kir û got divê gumanbar bi cezayên giran bên cezakirin.
Bername bi dirûşmeyan bidawî bû û sibê wê saet di 15.00’an de li ber edliyeyê di roja 4’an de bidome.







