Li navenda polîsan destdirêjî
- 18:33 1 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda polîsan a li bajarê Divaniyê ya Iraqê destdirêjî li jina binçavkirî hat kirin. Piştî bûyerê amîrê polîs û hinek xebatkar hatin binçavkirin.
Li navenda Polîsan a Nehda a Divaniye ya Iraqê destdirêjî li jina ku di bin çavan de bû hat kirin. Midûriyeta Emniyeta Divaniyeyê der barê bûyerê de amîrê polîs û hinek xebatkar binçavkirin.
Li gorî nûçeya NûJINHA’yê di 28’ê Tîrmehê de bûyer pêk hatiye û piştî bûyerê hiqûqnas û parêzvanên maf bang kirin ku lêpirsînek edlî ya serbixwe bê meşandin,berpirs bên darizandin û mekanîzmayên kontrolkirinê bên xurkirin.
‘Berpirsyar dewlete’
Parêzera Iraqî Ezher El-Duleymî, bûyer wekî binpêkirinek cidî ya mafên mirovan û parastina girtiyan nirxand û diyar kir ku pêkanîna sûcek bi vî awayî ya di nava dezgehên ewlehiyê de, hewceyê nêzîkatiyek qanûnî ya hişk û pêvajoyek hesabdayînê ya berfireh e.
Ezher El-Duleymî, destnîşan kir ku her çend hinek binpêkirinên li dijî jinan ên di navendên binçavkirinê de hatine eşkerekirin jî, gelek bûyer hêj veşartî dimînin û banga xurtkirina çavdêriyê û pêşxistina mekanîzmayên hesabpirsînê kir. Ezher El-Duleymî, diyar kir ku prensîba “polîs di xizmeta gel de ne” berpirsiyariya parastina welatiyan û parastina rûmeta mirovan dide saziyên ewlehiyê û tekez kir ku parastina girtiyên ku der barê wan de biryara girtinê nehatiye dayîn, bi tevahî berpirsiyariya saziya ku wan di bin çavan de digre ye.
Ezher El-Duleymî, da zanîn pêkhatina bûyerekî ya ji aliyê karmendek dewletê ve tê wateya binpêkirina erk û hişyarî da ku bêcezatî dikare bibe sedema dubarebûna sûcên bivî awayî. Ezher El-Duleymî, banga lêpirsînek serbixwe û zelal a li ser êrîşa zayendî kir û xwest ku kesên berpirsiyar bi tundî werin cezakirin.
‘Ev sûc baweriya bi saziyên ewlehiyê re qels dike’
Rojnamevana Iraqî Nur El-Nueyîmî, êrîşa zayendî ya li dijî jina di bin çavan de wekî “felaketek” bi nav kir û diyar kir ku bûyer ne tenê zirar da jinê, di heman demê de zirar da baweriya bi saziyên dewletê û hêzên ewlehiyê jî. Nur al-Nueyîmî, diyar kir ku tecawiz yek ji sûcên herî giran e û got: “Rastiya ku sûc li qereqolek pêk hatiye, bûyerê hêj girantir dike. Ji ber ku divê saziyên bi vî awayî ne cihê binpêkirinê, cihên parastin û sepandina qanûnê bin. Kesên ku di bin çavan de ne, sûcdarî çi dibe bila bibe, xwedî mafên makezagonî û qanûnî ne.”
Nur al-Nueyîmî, da zanîn divê hemû kesên bûyer pêkanîne an jî veşartine hesab bidin û tekez kir ku binpêkirinên li dijî jinan tenê bi şermezarkirinê nayên pêşîgirtin.
Nur al-Nueyîmî, di dawiya axaftina xwe de banga sepandina qanûnê, zêdekirina çavdêriya ya li navendên binçavkirinê û parastina jinan kir.
Banga lêpirsînên zelal û hesabdayîna berpirsiyaran
Hate diyar kirin ku girîngiya bûyerê ne tenê bi sûcê li dijî jinekî di bin çavan de sînordar e, di heman demê de berpirsiyariya saziyên dewletê ji bo parastina kesan û pêşîgirtina li bêcezatiyê jî eşkere dike.
Hate tekez kirin ku kesên di bin çavan de ne, sûcdariya der barê wan de çi dibe bila bibe, li gorî makezagon, qanûn û peymanên navneteweyî xwedî maf in. Ji bo ji nû ve qezençkirina baweriyê, banga lêpirsînên zelal, hesabdayîna berpirsiyaran û zêdekirina çavdêriya ya li navendên binçavkirinê hate kirin.







