YJA Star: Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' vejîna gelan e

  • 13:30 7 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û bang li jinan hemûyan kir ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî bibin yek deng.
 
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo di sala 1998'an de desstpê kir, bi rengekî dîrokî heqîqeta jiyanê ya neteweya jinê hildigire.
 
Ev felsefeya ku azadiya jinê ji xwe re dike esas ku di dîrokê de jiyan hûnandiye û şekil daye civakê, li gel êrişên kujerê kastîk û mejiyê bi serweriya mêr a ji mehşerê rabûyî, bû hêviya vejîna jinê ya berxwedêr û ji baweriya azadiyê.
 
Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê felsefeyeke herêmî ye, di heman demê de felsefeya jiyanê ya neteweya jinê ye. Felsefeya jinûve vejînê ye ku ji dergûşa mirovahiyê belavî cîhanê bûye. Jinên welatekî bi çar parçeyan hatiye parçekirin, di binê şiyarekê de gihand hev û gerdûnî kir.
 
Heqîqeta jinê ku li hemberî feraseta rejîma molla ya Îranê li ber xwe da ku di bin navê exlaqa Îslamî de jin veguherand metaya namûsê; di serî de li Îranê weke serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' mohra xwe li dîroka azadiya jinê xist. Ev serhildan di şexsê Jîna Emînî û Şîlêr Resûlî de li hemberî êrişên rejîma molla ya Îranê ya ji bo qedandina berxwedana jinê, bû serhildana jinûve geşbûna rehê berxwedana gerdûnî û civakê. Ev serhildan xweparastina jinan û gelan hemûyan e ku li ber rejîma molla ya faşîst rabûn, serhildan e, tevgere veguherandina zemîna komara demokratîk e. Li dijî rastiya rejîma Îranê ku jinan tine dihesibîne û gelan dieciqîne meşa gelan e ku xwe diparêze. Çawa ku di serdemên destpêkê yên dîrokê de civakîbûna ji berhema afîneriya jinê ji Kurdisatanê belavî cîhanê bû, bi serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' re jî tevgera berxwedanê ya jinê ya ji bo azadiyê ji Kurdistanê belav bû.
 
Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' bûn serhildanên meşa ber bi heqîqetê ve ya li dora jinê. Bûn dengê jinûve hişyarkirina mirovahiyê. Li hemberî nobedarên exlaqê ku por weke namûs didîtin, bûn hişyarbûna exlaqa civakî. Di şexsê Jîna Emînî û Şîler Resûlî de li hemberî êrişên kujerê kastîk sekna serhildanê ya li dora heqîqeta jinê ya ku rastiya civakî diparêze, têgîna namûsê bi azadiyê re jinûve pênase kir. Li dijî mejiyê ku jinê di nava têgîna namûsê de asê dike, bi felsefeya 'Jin, Jiyan Azadî' vegotina raperîna mirovahiyê ya bi yek dengî ye. Berxwedana jinê û kevneşopiya serhildanê ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi Şîrîn Elemhûlî destpê kir li dora Jîna Emînî veguherî geşbûna serhildanê. Ev serhildanên berxwedanê li hemberî rejîma molla ya Îranê sekna herî mezin, gefa herî mezin e.
 
Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' heqîqeta gerdûnîbûna felsefeya jinê ye ku ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, her wiha li tevahiya cîhanê belav bû.
 
Her wiha di Çileya 2026'an de li hemberî êrişên hovane yê hêzên HTŞ'ê yên li hemberî jinan ên di dema êrişên li Rojava û Helebê de, jin, mirovahî careke din li dora keziyekê bû yek û rabû serhildanê. Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' yên li dora Jîna Emînî pêk hat, vê carê veguherî serhildanên 'Kezî' û ji Rojava li tevahiya cîhanê belav bû. Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' ku bi heqîqeta jinê hate hûnandin, ne tenê nerazîbûna li demekê bû; di heman demê de li dijî sîstema baviksalar û kujerê kastîk vegotina daxwaza jiyanê ya jinan a bi keziyên xwe, bi bedena xwe ya azad û bi xwebûna heqîqeta xwe bû. Di serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' de bi rengekî sembolîk li dijî rejîma molla li tevahiya cîhanê çalakiya birîna por hate kirin. Bi çanda berxwedanê ya li dora jinê re bi serhildanên Kezî re ku li Rojava destpê kir û gerdûnî bû, li tevahiya cîhanê derdorên demokratîk porê xwe hûnandin û piştgirî dan. Porê jinan bû nîşaneya heqîqeta jiyanê, hûnandina demokrasiyê. Heqîqeta serhildanekê ye ku ji hemû beşan gel; Belûcî, Azerî, Kurd, Fars ji her beşê mirov gihîştin hev.
 
Heta ku rejîma molla ya Îranê demokratîk nebe, heta ku aştiya civakî pêk neyê û wekhevî neyê afirandin, wê serhildan û berxwedana gelan jî venemire. Di nava Îranê de ji komkujiyên dema şerê dawî heta bi darvekirinên ku qet nasekine, heta ku ev êrişkariya li ser daxwazên demokratîk ên gelan neyê guhertin, serhildanên li dora jinê jî wê mezin bibe û dewam bike.
 
Di encama êrişên rejîma molla ya faşîst û hêzên çee yên li hemberî jinan û hemû beşên civakê yên ji bo civaka demokratîk li ber xwe didin, di demên derbasbûyî de bi hezaran mirovên me şehîd bûn. Rejîma Îranê kiryarên xwe yên darvekirinê yên li dijî mirovahiyê hîn jî dewam dike, despotîzmeke mezin li gelan û jinan ferz dike.
 
Em hemû şehîdên şoreşê yên di têkoşîna van serhildanan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û dibêjin ku em ê her tim xwedî li têkoşîna wan derkevin. Divê ev yek neyê jibîrkirin ku bicihanîn, daîmîkirin û parastina vê felslefeyê bi xurtkirina xweparastina jinan dibe. Heta ku xweparastin hebe jin wê her tim di hedefa mejiyê serwer de be. Ya ku jinan di dîrokê de ji ber wê azadiya xwe ji dest da bêparhiştina ji xweparastinê bû. Ji ber vê jî yekane rêya bicihanîna heqîqeta serhildanên bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî', bi xurtkirina xweparastina jinan dibe. Demokratîkbûna Komara Îslamê ya Îranê bi azadbûna jinan dibe. Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan; jinên li zindanên Îranê û yên biryara darvekirinê li dijî wan hatiye danîn dikin ku weke hêza xweparastinê serhildanan mezin bikin û bang li hemû beşan dikin ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bibin yek deng. Li ser vê bingehê weke YJA Starê bi wesîleya vê salvegerê em dibêjin ku ji bo pêkanîna felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' em ê li dora civaka demokratîk û xweparastina jinê têbikoşin û di parastina jinê de wezîfeyên xwe hemûyan bi cih bînin."