ÎHD'ê rapora binpêkirina 6 mehên destpêkê aşkere kir
- 16:12 16 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Li gorî rapora şeş mehên destpêkê yên sala 2025'an a Şaxê Amedê ya ÎHD'ê, li bajarên Kurdistanê herî kêm hezar û 804 caran mafên mirovan hatin tespîtkirin. Her wiha 59 kes jî bi gumanbarî mirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafan ku di nava 6 mehan de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, parve kir.
Di raporê de tê diyarkirin ku di şeş mehên ewil ên salê de 38 jin, 11 mêr û 10 zarok herî kêm 59 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di çarçoveya binpêkirinên li dijî jinan de, herî kêm 17 jin ji ber tundiya navmalê û herî kêm 9 jin jî di encama êrîşên li qadên giştî de mirin.
Hat destnîşankirin ku zarok jî rastî tundî, êrîşa zayendî, cînayetên li cihê kar, mayîn û teqemeniyên bêxwedî û destwerdanên hêzên ewlehiyê binpêkirinên mafan ên cûrbecûr hatine.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di şeş mehên ewil ên sala 2026’an de 652 kes hatin binçavkirin, 123 kes jî hatin girtin. Her wiha avêtine ser 161 malan û der barê du kesan de cezayê hepsa malê hatiye dayîn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku destwerdanên li dijî protestoyan, bi taybetî yên piştî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, bûne sedema zêdebûna hejmara binçavkirin û girtinan. ÎHD’ê diyar kir ku zarok, rojnamevan û siyasetmedarên ku beşdarî van protestoyan bûne jî hatine binçavkirin û girtin.
Di çarçoveya êşkence û muameleya xirab de jî hêrî kem 77 binpêkirin hatin tomarkirin. Hat diyarkirin ku ji bilî îdiayên tundiya fizîkî û muameleya xerab a li navendên binçavkirinê, li xwepêşandanên giştî û li girtîgehan, gilî û gazinên kesên ku rastî gef û zextan hatine jî di raporê de cih digrin.
Hat destnîşankirin ku li girtîgehan jî binpêkirinên mafan ên mîna pirsgirêkên gihîştina xizmetên tenduristiyê, muayeneyên bi kelepçe, veguhestin, sînordarkirina ragihandin û çalakiyên civakî, tecrîd û taloqkirina berdana girtiyan didome.
Şaxa ÎHD’a Amedê, ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam veguhere aştiyeke civakî ya mayînde, banga bilezkirina gavên demokratîkbûnê kir.
Komeleya Mafên Mirovan, daxwaz kir ku azadiya îfade û rêxistinbûnê bikeve bin temînatê, dawî li girtin û binçavkirinên kêfî were anîn, binpêkirinên li girtîgehan werin çareserkirin û astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin.







