Dîtte Specht:Rêxistinên jinan ên cîhanê divê li dijî tundiyê bi hev re bixebitin

  • 09:02 18 Cotmeh 2026
  • Rojane
Melîke Aydin
 
STENBOL - Ji saziya Danner Dîtte Specht  li dijî tundiya li ser jinan banga têkoşîna hevpar kir û got: “Hêviya min ev e ku em bi rêxisitnên jinan ên deverên cuda yên li cîhanê re zêdetir bên gel hev û li dijî tundiyê bi hev re bixebitin.”
 
Di konferansa stargehan a ku Mor Çati pêk anî de jinan astengiyên civakî, aborî û her wekê din yên li pêş jiyana bê tundî ya jinan nirxandin. Rêvebera Projeya Navneteweyî ya saziya Danner ku 40 sal e li  Danîmarkayê stargehên jinan  bi rêve dibin, Dîtte Specht ku tevli konferansê bû ji ajansa me re axivî.
 
‘Tundiya li ser jinan hîna tabuye’
 
Dîtte Specht diyar kir ku li Kopenhagê 40 sal e stargehên jinan bi rêve dibin û ligel vê jî li dijî tundiyên parêzvanî, analîz, komkirina daneyan û gelek xebatên din dimeşînin. Dîtte Specht wiha got: “Ji bo jin û zarokên ku rastî tundiyê hatine jiyana xwe ava bikin em piştgiriyê didin wan. Encamên tundiyê giran û demdirêjin.Di mijara tundiya li ser jinan de tabuyek cidî heye. Ji bo tundî bê dîtin divê ewil em dengê xwe derbixin û jiyanên xwe ji hev re vebêjin. Divê em der barê mafên xwe de xwedî agahî bin. Strageh, navendên piştevaniyê û rêxistinên jinan di vê pêvajoyê de rolek girîng dilîzin.Li pêş jinan astengî hene. Em li ser van astengiyan dixebitin û ji nêz ve dişopînin.”
 
‘Serbixwebûna aborî astengiyek girînge’
 
Dîtte Specht b lêv kir ku yek ji astengiyên li pêş jinan serbixwebûna aborî ye û wiha bi lêv kir: “Ji ber jin ne xwedî aboriya xwe ne û jiyanek serbixwe nikarin ava bikin, ji tundiyê jî xilas nabin. Ev astengiyek mezin a li pêş jinan e. Ev ne tenê li Danîmarkayê li deverên cuda yên cîhanê jî tên jiyîn. Stargeh û mekanîzmayên piştgiriyê ji bo jinan gelek girîngin. Piştî ku jin ji stargehê vediqetin divê piştgiriya ji bo wan bi dawî nebe û piştgirî bidome. Piştî ku jin ji stargehê vediqetin têkoşîn bi dawî nabe. Divê jin jiyanek nû ava bikin û bandora travmaya li ser bê kêmikrin. Divê em di hişmendiya vê de bin. Hewcedariya jinan piştî stargehê zêdetir derikeve holê.”
 
‘Divê bi hev re xebat bê meşandin’
 
Dîtte Specht di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê bi hevkariya rêxistinên jinan yên welatên cuda têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bê xurtkirin, bi hevkarî xebat bên meşandin û got: “Hêviya min ev e ku em rêxistinên jinan yên welatên cîhanê bi awayekî rêxistinkirî bên gel hev û ji bo piştgiriya jin û zarokên rastî tundiyê tên bi hev re xebatê bimeşînin.Di pêvajoyên rizgarbûna ji tundiyê de divê şert û mercên jiyana jinê bi giştî bên dîtin.”