Li Îranê zextên li ser xwendekarên jin zêde dibin
- 13:10 19 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê zextên xwe yên li ser xwendekarên jin ên li zanîngehan tundtir dike. Di vê çarçoveyê de, Serokê Zanîngeha Tehranê avakirina navendeke nû ya bi navê “Koma Kar a Hîcabê” ji bo kontrolkirina cilûbergên xwendekaran ragihand.
Serokê Zanîngeha Tehranê Mihemed Husên Umîd, di daxuyaniyekê de ji bo ajansên navxweyî yên Îranê, li xwe mikur hat ku di navbera pênc-şeş mehên borî de komeke kar a taybet a bi hîcabê li zanîngehê xistine meriyetê. Umîd diyar kir ku armanca vê komê, çavdêriya cilûbergên xwendekarane.
Umîd eşkere kir ku ev kom bi rêya bangkirina veşartî ya xwendekaran û sepandina zextê li ser wan, hewla bêdengkirin û rêgirtina li reftar û cilûbergên rejîm wekî “ne rewa û bêhîcabî” pênase dike. Mihemed Husên Umîd herwiha diyar kir ku ewê bi tu awayî çavê xwe ji vê mijarê re negirin û dê bi tundî rûbirûyî xwendekaran bibin.







