Di mirina bi guman a Nurcan Akpîrînç de 4 meh in girtin tuneye
- 09:04 24 Cotmeh 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Nurcan Akpîrînç a tundiya sîstematîk lê hat kirin, çar meh berê bi guman jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Pinar Akpîrînç wiha got: “Miroveke ku zewaceke wê ya baş û aram hebe peyama ‘Cemîle min dikuje’ navêje. Tundî didît. Hat tehîdkirin. 4 meh in hevjîn, xezûr, xesû û her kes li derve digerin.”
Li navçeya Rezan a Amedê li taxa Îngicî jina bi navê Nurcan Akpîrînç (23) ku du mehî ducanî bû di 20’ê Hezîranê de li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Lêpirsîna der barê mirina Nurcan Akpîrînç de didome. Xwişka wê Pinar Akpîrînç der barê mirina bi guman, tundiya sîstematîk a li ser Nurcan Akpîrînç de axivî.
Tundiya sîstematîk lê dihat kirin
Pinar Akpîrînç da zanîn ku xwişka wê tundiya sîstematîk lê hat kirin û got: “Xwişka min nêzî 4 salan bû zewicandibû. Ji bo mehra fermî çend caran ji hevjînê xwe re got lê xesûya wê destûr neda. Xesûya wê tundiya psîkolojîk li xwişka min dikir. Çend caran xwişka min ji ber vê hat malê. Herî dawî xwişka min dibîne ku hevjînê wê bi jinên din re têkiliya wî heye û li dayika min digere. Ji dayika min re dibêje têkiliya hevjînê wê bi jinek din re heye, bûye şahid. Dayika min jî dibêje ‘keça min dora din tu hatî hemû kesî em sûc darkirin. Ji tiyê xwe re rewşê bêje, bila ew lêkolîn bikin’. Dayika min jî ditirse tiştekî nabêje. Telefon tê girtin. Êvarê saet di 18.52’an de tiyê wê li bavê min digere û nabêje ku Nurcan winda ye. Tiyê wê ji dayika min re dibêje Nurcan li wir e an na. Dayika min jî dibêje ne li malê ye. 10 deqe şûnde dîsa digere dibêje ger ne li wir be wê li cendermeyan bigerin. Heta em tehdîd kirin. Xwişka min a li mala wan bû dibêjin me nedîtiye. Çar odeyên wan hene dibêjin me Nurcan nedîtiye.”
'We çima agahî neda cendermeyan?'
Pinar Akpîrînç wiha dirêjî dayê: “Dayika min ji bo rewşê çû mala wan. Li wir nîqaş dikin û dayika min ji malê dûr dixin. Dayika min li derdorê dinêre, diçe mala cîranan, xizmên me. Êvarê saet di 9’an de agahî hat. Ka ev jin ne li malê bû? Ka ne li malê bû. Zarokên wê yên biçûk hebûn. Zarokên wê qet negiriyan we qet li derdora xwe nenêrî. We çima agahî neda cendermeyan?”
4 meh in kes nehat girtin
Pinar Akpîrînç daxuyakirin ku xwişka wê tundî lê dihat kirin û wiha dawî lê anî: “Xwişka min beriya jiyana xwe ji dset bide peyam şandibû û got wê min bikujin. Miroveke ku zewaca wê ya baş û aram hebe peyama ‘wê Cemîle min bikuje’ dişîne ? Tundî lê dihat kirin, dihat tehîdkirin. Çend roj piştî peyamên xwe jiyana xwe ji dest da. Destûr nedidan bi kesî re biaxive. Destûr nedidan bê mala me jî. Me jî digot bila nîqaş û pirsgirêk dernekevin. Telefona xwişka min di bin kontrolê de ye. Niha her tişt tê lêkolîkirin. Ev 4 meh in tu kes nehat girtin. Hevjîn, xesû, xezûr hemû kes li derve ne. Em jî wisa sekinîne. Em tên tehdîdkirin. Her kes dizane ku xesûya wê çi bi Nurcanê kir. Lê tu kes naaxive. Tu tiştek ji destê wan neyê jî divê biaxivin.”







