3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

  • 15:01 24 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED - 3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Amedê civiya. Hevberdevkan anîn ziman ku yekîtiya neteweyî ya Gelê Kurd girîng e.
 
3’yemîn Civîna Desteya Navberê ya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî civînê bûn û civînê li gel deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir.
 
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di civînê de axivî û ev yek anîn ziman: "Her pêvajo, hemû kêlî ji bo Gelê Kurd demên girîng in. Ji ber wê jî weke Înîsiyatîfa Yekîtiyê em dikarin çawa vê pêvajoyê xurt bikin; divê em ji bo vê yekê nîqaşan bi rê ve bibin. Hewcehiyeke mezin heye lê belê divê em kêmasiyên xwe bibînin. Divê hemû kes ji bo berjewendiyên neteweya xwe xebateke xurt bi rê ve bibe."
 
Hevbevdekê din Mehmet Kamaç jî got: "Mezintirîn pirsgirêka gelê Kurd ew e ku yekîtiya neteweyî nayê dabînkirin. Vê hişmendiyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk derxist holê. Hêz û mîsyona sereke ya înîsiyatîfê, li ser milên me tevan e. Yek ji şaxê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dîsa yekîtiya neteweyî ye. Divê hemû kes rol û mîsyona xwe bilîze."
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.