‘Şer dibe kabûsê jiyana zarokan’
- 09:02 20 Mijdar 2019
- Zarok
Dilûcan Bozî
KOBANÊ- Pedegoga zarokan Emîne Muhemed derbarê bandora neyînî ya şer li ser deruniya zarokan de got: “Şer dibe sedem ku derûniya zarokan xera bibe û zarok di temenek biçûk de fêrî şîdetê bibin.”
Pedegoga zarokan Emîne Muhemed derbarê bandora neyînî ya şer li ser deruniya zarokan diyar kir ku şer û pevçûn şop û bandora xwe ya neynî li ser tevahî beşên civakê dihêle, lê beşa ku herî zêde zerarê dibîne û di pêşerojê de her di binheşiya wan de şer dimîne jî zarok in û ev tişt got: " Zarok ji hawîrdora ku di nav de mezinbûne ji mal, dibistan, heval û xizmên xwe qut dibin. Her wiha koçberiya ku zarok dijîn bandora neynî li deronî û fîzika wan dike. Jiyana zarokan dibe wekî kabûs û di xwê de zarok ditirsin. Herwiha ev bandora şer li ser tevahiya jiyana zarok bi demdirêjî bandora neyînî dihêle."
'Şer hêviyên zarokan lewaz dike'
Pedagok Emîne Muhemed ku der deruniya zarokên dibin mexidurên şer, ji ajansa me re nirxandin kirî, bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandora van êrîşan a li ser zarokan û wiha got: “Ev 8 sal in zarokên vê herêmê di nava şerekî giran de mezin dibin. Zarok ji şer hem di warê derûnî û hem jî di warê jiyana sosyal ya civakî de ji şer neyînî bi bandor dibin. Dema ku zarokek ji dibistan, heval, pêlîstokên xwe û civaka ku tê de mezin dibe vediqete gelek neyînî bi bandor dibe. Zarokên ku di nava şer de mezin dibin, beriya di warê biyolojîk de mezin bibin û li gor temenê xwe tevbigerin, carnan dibin weke mezinan. Hêviyên zarokan têk diçin wan tune dibin, nikarin bibin xwediyê xeyalên pêşerojê û hinek ji wan jî tirsonek dibin.”
‘Şopên şer dibe sedem ku zarok tenêtiyê bijîn’
Emînê da zanîn ku mexdûrê herî mezin ê şer zarok in û wiha domand: “Hemû rengên şer bandora neyînî li zarokan dikin. Çawa di malbatekê de şerê dê û bav bandora neyînî li zarokan dike, şerê li ser erdnîgariyê û êrîşên li ser erdnîgariyê jî heman bandorê dikin û bandora vî şerî zêdetir e. Hinek ji zarokên di nava şer de mezin dibin ku tirsonek dibin di her kêliya jiyanê de ditirsin. Ji dengên herî biçûk yê ku derdikeve vediciniqin û xewnên wan hemû dibin kabûs. Yan jî dibin zarokên ku meyila wan li ser şîdetê ye, nikarin ji heywan, bedewiyên xwezayê û zarokên hevalên xwe hezibikin. Di her kêliyê de şer dikin û bi awayek xwezayî mezin nabin. Malbatên ku di nava şer de ne pêwîste her tim hewil bidin ku bi zarokên xwe re hêvî û baweriyê bidin avakirin. Bi rêya çêkirina wêneyan hewil bidin ku wan bikin kesên hezkiriyê xwezayê. Lê mixabin ku derfetên wiha niha li herêma tune ne. Ji ber zilma dewleta tirk hîna li gelek deveran şer, talan û koçberî heye. Ev jî derfetê nade ku malbat li ser deruniya zarokan bifikirin û wan ji bo pêşerojê mezin bikin.”
‘Zarok wêneyên şer xêz dikin’
Emînê di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya wêneyan ya di jiyana zarokan de û wiha berdewam kir: “Dema em li wêneyên ku zarok xêz dikin mêze bikin, em cîhana zarokan ya rast dikarin bibînin. Zarokên di nav şer de mezin dibin wêneyên şer û hovîtiya şer xêz dikin. Di wêneyên zarokan de, termên miriyan, malên hilweşiyayî, zarokên bê dê û bav mayî, sembolên rêxistinên ku ji wan hez dikin û bajar, gundên xwe yên ku dixwazin vegerinê hene. Ev jî wê dide diyarkirin ku şer jiyana zarokan hildiweşîne. Ji ber sedema şerê li vê herêmê tê meşandin, zarok bê xwendin dimînin. Her wiha ji ber xizaniya ji sedema şera gelek malbat neçar dimînin ku zarokên xwe bidin xebitandin. Evana jî dibe sedem ku zarok di temenek biçûk de bikevin bin barên mezin yên jiyanê.”