Vê binivîse, na vê nenivîse an jî tu nenivîse
- 09:13 12 Tîrmeh 2020
- Medya Kritîk
Ayşe Guney
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî sansura çapemeniyê têkoşîn tê dayîn, lê oto sansura ku heye nayê dîtin. Di salên dawî de gelek rojnameger bi gotinên ‘çi hewce dike nivîsandina vê’ an jî ‘wê tiştek bê serê te qet nenivîse’ balê dikşînin.
Di esasê de vê hefteyê min di quncika medya krîtîk de dixwest cih bida 5 roj cezayê reşkirinê yê ekrana Halk Tv û Tele1. Lê min hîs kir ku otosansur derdikeve pêşiya sansurê û min xwest ku ez bahsa rojnamegeriya di navbera binivîse an nenivîse de maye bikim.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de sansur xwe dispêre gelek demên berê. Di her serdema desthilatdariyê de di serî de li ser çapemenî, sînema, wêje, şano û hunerê sansur pêk hat. Lê yek jî biqasî îro giran nebibû.Çeka herî mezin a hewldana desthilatdariya siyasî ya ku civakê ji nû ve dîzyand bike sansur e. Dema vê dikin jî wisa çav ditirsînin ku hewce bi tiştekî namîne û her kes sansura xwe datîne holê. Bêguman gelek sedemên oto sansurê hene. Sedema ewil fikara ewlehiyê ye, dibêjin bila tiştek neyê serê min. Heta neçêkirina nûçeyan an jî manîpulekirinê diçin. Fikarek din jî darizandin, girtin û binçavkirin, cezayên bi salan tên dayînê ye. 4 jê girtî 7 rojnameger bi îdiaya der barê merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû, nûçe çêkirin hatin darizandin û ji 8 salan heta 17 salan ceza tê xwestin. Sedema sêyemîn jî pisgirêkên aborî. Rojnameger, senarîst û nivîskar bi bi tirsa ku wê betal bimînin, diçin oto sansurê.
Oto sansur bêguman li welatên ku her tişt zêdetir tê şopandin tê hîskirin. Yanî yek me dişopîne. Tiştên em dinivîsin ger sûc bê dîtin, gelo divê em jî wan hêrs nekin?Ji bo vê pirsê wê her kes ji alî xwe de bersivê bide.
Li Tirkiyeyê aliyê herî zêde rastî sansurê tê HDP’î, yên ne musliman, Kurd, LGBTÎ, xizani, penaber, jin û zarok in. Hikûmet an jî patronên medyayê sansurê didin ser nûçeyên der barê van aliyan de. Di çapemeniya alîgir de jî rojnamger hewce bi sansurê nabînin, nûçe nayê çêkirin. Di rojên borî de hevalên me yên rojnameger Ferhat Çelîk û Aydin Keser yên bi îdiaya der barê merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê de nûçe çêkirine, hatin girtin lê ji aliyê Fox Tv ve girtina wan nehat dayîn. Dîsa îşkenceya li hember Sevîl Rojbîn Çetîn jî wek endamtiya rêxistinê hat nîşandan. Bêguman em dikarin van mînakan zêde bikin.
Sansura li her qadê zêde bûye, dema ku dor tê jinan, bi şîdet, tacîz û sahneyên tecawizê yên rêzefîlman tê rewakirin, lê Peymana Stenbolê jî ne wek destkeftiya jinan, wek peyamana ku malbatê xera dike tê nîşandan. Dîsa qanûna îstîsmarê jî rewa dike.
Oto sansur, tê wateya li dijî sansurê serîtewandin e. Ne yên serî ditewînin, rêbazeke me ya ku pênûsên bi cesaret heye.