Em li vir in hûn li ku ne?

  • 09:02 12 Adar 2023
  • Medya Kritîk
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Herçend ku medyaya alîgir, piştevanî û hevgirtina di navbera gelan de nedît jî, li qadên dorpêçkirî gelan bêtirs û bêfikar gotin: "Me xemgîniya xwe veguherand hesabpirsînê. Em li vir in hûn li ku ne..." 
 
Tirkiye di guhertina rojevê de gelekî serkeftî ye û tu carî zehmetiyan nakişîne. Dema rojev guherî bizanibin ku îktîdar ketiye tengasiyê. Rê û rêbazên revê digere. Beriya erdhejê qeyrana aborî, siyasî û civakî hebû. Lê belê bi 6'ê sibatê re li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê rojev guherî. Partiyên siyasî, sazî û rexistinên civakî yên giştî û yên jinan, tevahî plansaziyên xwe hiştin li aliyekî û bûn yek. Armanc tenê xwegihandina hawara mexdûrên erdhejê bû. 
 
Bernameyên 8’ê Adarê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevahî hatin guhertin. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi dirûşma "Em ne bi tenê ne, bi hev re ne, jin jiyan azadî" hewldan li herêmên erdhejê birînan bipêçin. Ji Agirî heta Edeneyê, ji Îzmîrê heta Şirnexê, ji Êlihê heta Konyayê jinan di navbera Hatay, Mereş, Semsûr, Dîlok û Meletiyê de pira piştevaniyê ava kirin. Êdî dem dema hevgirtin û bi hev re bûnê bû… 
 
Keraseta mezin a erdhejê ji hêla medyaya dijîtal, medyaya azad û muxalîf derdiket rûyê erdê, pê re jî pira piştevanî û hevgirtinê ya di navbera gelan de pêş ket. Vê demê medyaya alîgir çi dikir gelo? Li benda metna ku dê nûçe çawa bên serviskirin bûn. Gelo îhmakariyên ku hatin kirin û piştevaniya ku di nava gelan de mezin bûyî dê bi kijan hevokan bihata pûçkirin. Hatibû astek wisa êdî metin têr nekir û di 10'ê Sibatê de OHAL hat îlankirin û piştre jî 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê ku JINNEWS Kurdî, MA Kurdî, Xwebûn, Ronahî TV, Aryen TV, Nûçe TV di nav de gelek malperên dîjîtal ên bi kurdî hatin astengkirin û girtin. Her wiha RTUK’ê jî ji bo Halk Tv, Tele1 û Fox Tv 5 caran cezayê pere yê îdarî birî û weşana wan rawestand. Dûre jî li qadên erdhejê nûçe çêkirina bi dehan rojnamegeran hat astengkirin. 
 
Wek her tim nedîtina mezinbûna piştevaniya di navbera gelan de wek karekî sereke dihat destgirtin. Ji ber vê jî di 15’ê sibatê de bi giştî li ser 213 televîzyon û 562 radyoyan ji bo mexdûrên erdhejê weşana hevpar hat organîzekirin û alîkarî hatin komkirin. Medyaya ku ji roja ewilî xwe dûrî kerasetê girt ev kampanya kirin rojeva xwe ya sereke. Dûre jî nûçeyên wekî kon hatin vedan, konbajar hatin avakirin, pirsgirêkên xwarin û vexarinê hatin çareserkirin, ji bo zarokan konê lîstikê hatin vedan, kavilên li holê hatin rakirin, ji bo bajarên nû jî xebat hatin destpêkirin. Têr nekir soz dan ku dê di nava salekê de hemû pirsgirêkên mexdûrên erdhejê bên çareserkirin û hwd… Ev sozên ku hatî dayîn di manşetên rojnameyan de û di sernûçeyên de cih girt. 
 
Belasebeb ev soz nayên dayîn, ji ber ku hilbijartin nêz dibe... Di 2'yê adarê de serokên 6 partiyan li ser namzetiya serokkomariyê ya Kemal Kiliçdaroglû li hev kirin, lê Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener ji maseyê veqetiya. Ev mijar ji bo îktîdarê bû malzemeyeke herî baş, ji bo jibîrkirina keraseta erdhejê. Demildest medyaya xwe xist devrê, ji nêz ve trafîka hevdîtinan a di navbera partiyên tifaqê şopand heta roja li hev hatin. Li hevhatin kêrê îktîdarê nehat carek din rojev guhert, dîmen û nûçeyên erdhejê xistin dewrê û got "Di keraseteke wisa de çawa 6 partî bi pey serokkomariyê dikevin”. Çend tirs û fikar ketibe dilê rojnamegerên alîgir jî wezîfeyên xwe di vê pêvajoyê de pêk anîn. Niha li holê rewşek ne zelal heye û ne dikarin bibin alîgir û ne jî dikarin bibin muxalîf. Bernameya siyasetê ya CNNTurk’ê mînaka herî ber bi çav e. Di bernameyê de behsa bêalîbûna rojnamegeriya xwe dikirin... 
 
Gelo ev rojnamegerên bêalî ji bo jinên mexdûrên erdhejê çiqas hesas bûn. Çiqas bûn dengê wan jinan, an jî çiqasî bûn dengê jinên ku ber bi herêmên erdhejê ve ji bo alîkariyê çûn? Jin îsal di mîtîng û şahiyên 8’ê Adarê de neciviyan, bi mexdûrên erdhejê re civiyan. Ji bo jinan êdî dem dema hevgirtin û bi hev re bûnê bû. Banga pêdiviyên ped, binkiras, gore, şe û sabûn gihaşt her deverê. Ev bang bûn pakêt û vegeriyan herêmên erdhejê. Gelo çend rojnamegerên ku ji xwe dibêjîn bêalîne vê mijarê girtin dest û nirxandin.  
 
Roj roja 8'ê Adarê... Li tevahiya cîhanê jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Li Kurdistanê dirûşma “Dem dema jin jiyan azadî ye” belav bû. Li Tirkiyeyê jî di Meşa Şevê ya Femînistan de jî dirûşma “Bijî berxwedana jinan” bilind bû. Ligel her cure zext û astengiyan bêtirs û bêfikar gotin "Dema deng di bin kavilan de dihat hûn li ku bûn? Hûn çima îro li hemberî me barîkatan datînin"... 
 
Ev qerîna li qadên dorpêçkirî bilind bû, piştevanî û hevgirtina jinan mezin kir. Biryardarî û wêrekiya jinan wekî her car dîsa ji hêla medyaya alîgir ve nehat dîtin. FOX, a ku xwe muhalîf pênase dike piştî peyama têmaşevan behsa 8'ê Adarê kir. CNN TURK, di nûçeya xwe ya yekem de bal kişand ser 8'ê Adarê û behsa rewşa jinên Afganîstanê kir. STAR, bi nûçeya kuştina 4 jinan bal kişand ser 8’ê Adarê û di 9'ê adarê de nûçeya meşa jinan a Stenbolê bi kurtasî wek komek jin daketin qadan da. Kanelên din jî wekî hertim metna ku hatî amadekirin dan ber xwe û nûçeyên xwe servîs kirin. 
 
Gelek rojname jî bi heman ferasetê nêz bûn. Rojnameya Sozcu, di rûpela yekem de wek nûçeya duyem dît û got "Roja jinan li jinan qedexe ye", Cumhuriyet di rûpela yekem de wek nûçeya duyem bi sernavê "Jin hatin jibirkirin" û Mîlliyetê jî di rûpela yekem de wek nûçeya duyem bi sernavê "Tehma 8'ê Adarê nîne" da. Ji xwe rojnameyên din jî qet behsa raperîna 8'ê Adarê nekirin. 
 
Ev mijarên ku me di nivîsa xwe de cih dan wan geşedanên demên dawiyê bûn. Çend mijar ji hev cuda bin jî feraset û helwesta medyaya alîgir ya hertim bû. 
 
Gelên ku li ser vê erdegariyê dijîn carek din bi yek dengî gotin: "Me xemgîniya xwe veguherand hesabpirsînê. Em li vir in hûn li ku ne"...