Gelo çapemenî hilweşîna polîtîk a erhêjê lêkolîn dike?

  • 09:05 17 Îlon 2023
  • Medya Kritîk
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku dem di ser erdhêjê re derbas dibe çapemeniya alîgir di vê mijarê de hejmara nûçeyên taybet kêm dike. Yanî di alî çapemeniyê de ji bo xwe pratîkek ‘ bê rîsk’ datîne holê. Em li nûçeyên çapemeniya alîgir binêrin, der barê erhejê de ji nûçeyên awarte û sansasyonel wêdetir, hilweşîna polîtîk a erdhejê nayê dîtin.
 
Di ser erdhêja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 10 bajaran kir re 7 meh derbas bû. Piştî hilbijartinên ku di bin siya erdhejê de pêk hat şûnde, hemû sozên hatin dayîn, gotinên wek alava propagandayê hatin gotin cihê xwe nedîtin. Serokomarê AKP’yî diyar kir ku wê di salekê de şopên hilweşînê ji holê rakin, pirsgirêka avahiyan ji holê rake û ji bo her kesên ku xizmên xwe winda kirine jî wê 100 hezar TL pere bidin. Lê ev yek pêk nehatin û ligel vê hîna cenaze ji bin kavilan tên derxistin.
 
Aqûbeta bi dehan zarokên winda û teslîmê cemaetan hatin kirin nayê zanîn. Bêguman di alî çapemeniyê de jî şopandin wek roja ewil li herêmên erdhejê nayên kirin û ji bilî çend saziyên çapemeniyê wêdetir kes mîkrofonê dirêjî erdhejzedeyan nake. Bêguman di rojên ewil mehên ewil de gelek rojnameger û xebatkarên çapemeniyê çûn qadê bi can û dil xebitîn. Ne pêkan e em vê ji nedîtîve bên. Lê yek ji mottoya rojnamegeriyê ‘şopandina fikr e’. Dema me nû dest bi rojnamegeriyê kir jî şefên me yên nûçeyan û edîtoran em her tim hişyar dikirin digotin ‘şopandina fikr’ hatiye kirin an na. Piştî nûçeya hat çêkirin çi guherî, çi bi wî kesî hat, ger sazî be baş bûye an na, ger di qada darazê de be jî bi çi encam bûye û her wekî din. Yanî şopandin tê kirin. Piştî erdhejê ez hemû saziyên çapemeniyê jî tevli dikim; hîna jî em hejmara rast a kesên jiyana xwe ji dest dan fêr nebûne.
 
Hilweşîna polîtîkaya erdhejê nayê lêkolînkirin
 
Êş û hilweşîna ku erdhejzedeyan jiyan, pirsgirêk û daxwazên wan êdî bûye rûtîn û ev di alî çapemeniya alîgir de jî êdî bandora xwe ya germ winda dike. Bi salane çapemeniya alîgir erdheja mezina Marmarayê diaxive lê niha di erdheja ku sala borî pêk hat de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û hîna dijhiqûqiyên ku wê demê hatine jiyîn ji sêyan yek nehatiye rojevê. Çapemeniya alternatîf û azad tevî hemû zehmetiyan hewl da, rojev zindî hişt, dijhiqûqî derxist holê, lê bêguman vê têr nekir. Ev mijareke polîtîk e. Em li nûçeyên çapemeniya alîgir binêrin, ji bilî nûçeyên sansasyonel û awarte yên erdhejê, nûçe nayên çêkirin û hilweşîna polîtîk a erdhejê nayê dîtin.
 
Rojnamegeriya cemawerî û çapemenî
 
Di alî rojnamegeriya cemawerî de, derxistina holê ya tiştên hatine jiyîn peywira esas e û ligel vê li hember welatiyan jî hişmendiya berpirsyariyê ye. Di demên dawî de çapemeniya alîgir ku hesab dikir ku tenê hestan bicoşîne, êş bê sansur heta em dikarin bêjin wek pornografik, serwîs kirin. Piştre jî bertek û rastî nîşan neda. Ya pesnê şaredariya an jî yê destilatdariyê dan.
 
Piştî ku evqas dem ser erdhejê re derbas bûye, hejmara nûçeên taybet ên di vê mijarê de kêm dibin. Yanî di alî çapemeniyê de ji bo xwe pratîkek bê rîsk datîne holê.
 
BBC New Tirkî ku di twîtterê de 4 mîlyon zêdetir kes dişopîne, ji bo erdhejê qadeke taybet a wekî ‘erdheja 6’ê sibatê’ ava kiribû.  BBC nûçeya der barê erdhejê ya taybet herî dawî di tebaxê de derbas kiriye. NTV ku 7 mîlyon 938 kes dişopîne, der barê erdhejzedeyan de herî dawî di meha tebaxê de nûçeya bi ser navê ‘Li Hatayê dîtina hosteyan a rojaneya wan hezar û 500 TL ye nayê dîtin’ hatiye weşandin.
Niha li pêş me zivistan heye û welatiyên herêma erdhejê ku hîna di konan de dijîn gelek pirsgirêkan dijîn û her wiha hîna şîna xwe didomînin. Çapemenî û rojnameger jî di heman demê de nîşeyan li dîrokê didin û ji bo pêşerojê dane û tecrubeyan dibe. Ji ber vê jî zindîhiştina rojeva erdhejê ji bo me hemûyan girîng e.