Ji forma 'Ji şer re na' peyama 'Em ê bi hev re bi ser kevin'

  • 16:22 7 Kanûn 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di Foruma ‘Ji şer re Na’ ya ku ji aliyê HDK’ê ve hat lidarxistin de peyama ‘bi hev re têkoşînê bidin û bi hev re bi ser bikevin’ derket pêş, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe de diyar kir ku sedema gelek krîzên li Tirkiyeyê şerê ku berdewam dike ye.
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li hotêleke Stenbolê bi dirûşma “Ji Filistînê heta Sûriyeyê, ji Xezeyê heta Rojava, em ji şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin re dibêjin na” forum li dar xist. Di forumê de pankarta “Ji Filistînê heta Sûriyeyê, ji Xezeyê heta Rojava, em ji şerê emperyal ê li gelan tê ferzkirin re dibêjin na” hate daliqandin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. 
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di forumê de diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn dest pê kirî bi hevkariya kapîtalîstan û nokerên wan mezin dibe û got: “Hilberînerên çekan tenê bi rêya şer dikarin berîkên xwe tije bikin û mêtingeriyê bikin. Li gorî wan ji bo desteserkirina çavkaniyên petrolê yên li Rojhilata navîn û beşdarkirina gelan a pergala kedxwariyê bi şer pêkan e. Ev şer, gelên me neçarî xizanî û tunebûnê dikin. Şerê navxweyî yê Sûriyeyê rê li be travmayan vekir. Texrîbata mezin a barbariya DAIŞ’ê hêj di bîra her kesî de ye. Niha jî gelên me bi çeteyên DAIŞ’ê yên nû re rû bi rû ne. Bandora qirkirina mezin a li dijî Êzidiyan hêj didome. Hêj niha jî dixwazin zarokan li ser înternetê bifiroşin. Mirovatî, li hemberî qirkirineke wiha bêdeng e. Krîza penaberan didome û bi sedan sûriyeyî di rêyên koçberiyê de dimirin. Bi milyonan jê li Tirkiyeyê rastî cihêkariyê tên.” 
 
‘Sedema kirîzan şer e’ 
 
Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku xelkê Filistînê di bin êrişan de ye lê hêj jî Tirkiye bi Îsraîlê re hevkariyê dike û wiha domand: “Yên ji şer re dibêjin na girtî ne. Destkeftiyên mirovahiyê yên li Rojava bi saya berxwedaneke mezin hatin bidestxistin bi xetereyan re rû bi rû ne. Em gelên cîhanê dikarin van emperyalan têk bibin. Lewma divê em bi hev re li dijî şer dengê xwe bilind bikin û bidin sekinandin. Şerê heyî tenê bi yekitiya gelan dikare were bidawîkirin. Guleyên wan şeran ji sifreya gelên me diçe. Sedema krîzên piralî yên li Tirkiyeyê, şerê tê domandin e. Lewma divê em bi destên hev bigirin û vî şerî bidin sekinandin.”
 
'Divê em bi hev re li dijî şer bisekinin' 
  
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina  Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû jî diyar kir ku divê bi hev re lidijî şer bisekinin û bi hev re têbikoşin. 
 
Hevseroka Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan jî got ku Tirkiye li Rojhilata Navîn û welêt navnîşana aştiyê nîşan dide lê li dijî gelan şer dide destpêkirin. Kadriye Dogan got ku divê daxwaza aştiyê pir xurt birêxistin bikin û dengê xwe li qadan bilind bikin. 
 
Sekreterê Perwerdeyê yê CHP’a Stenbolê Alî Ekber Comert jî destnîşan kir ku divê ji bo bidawîkirina şer bi hev re têbikoşin, ji bo vê divê pratîkên çareseriyê bên kirin û got: “Divê em bi hev re li ser xeta têkoşîna hevpar bimeşin.” 
 
Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî anî ziman ku di demeke wiha de gotina “Ji şer re na” girîng e û divê şoreşger bi hev re li dijî şer derkevin, ew xwedî li xweparastina mafdar û rewa ya gelên Rojava û Sûriyeyê derdikevin û soza têkoşîna hevpar didin. 
 
Forum, bi nîqaşan bi dawî bû.