
Polîsan bi ser produksiyonan de girtin
- 11:58 17 Çile 2025
- Rojane
STENBOL - Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin û dest danîn ser kompûter û hard dîskan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, polîsan li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de poîsan bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê yên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, hemû kompûter û hard dîsk desteser kirin. Lêgerîna li şîrketan xeleta bû û sedema serdegirtinê nehate zanîn.