N.T ya ku hat xwestin bê qetilkirin tiştên jiya vegot

  • 09:02 8 Nîsan 2025
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Li Îzmîrê 21’ê Cotmeha 2024’an de jina bi navê N.T ji aliyê mêrê ku pê re zewicandibû ve hewl hat dayîn bê qetilkirin. N.T tiştên jiya û pêvajoya dozê vegot û diyar kir ku ji aliyê malbata gumanbar ve tê tehdîdkirin û edalet xwest.
 
N.T 14 salî hat zewicandin û bi salan tundî lê hat kirin. N.T ji ber tundiyê zarokek xwe winda kir û 21’ê Çotmeha 2024’an de mêrê pê re zewicandibû hewl da wê bi alava birînê qetil bike. N.T got her çiqas gumanbar girtî be jî malbata gumanbar wê tehdî dike û daxwaza edaletê dike. Tevî ku doza destberdanê vekiriye, gumanbar naxwaze dest jê berde. N.T da zanîn ku vê pêvajoyê de piştevaniya jinê hêz daye wê û got dixwaze bi zarokên xwe re azad bijî û ji bo vê heta dawî wê têbikoşe.
 
‘Edaletê dixwazim’
 
N.Tgot 14 salî zewiciye û mêrê pê re zewiciye her tim tundî lê kiriye, 8 mehî ducanî bûye û zaroka xwe ji ber tundiya dîtiye winda kiriye. N.T wih agot: “Min cenazeya zaroka xwe jî nikaribû bigirta. Malbata gumanbar her tim tehdîd û heqeretan dike. Ez tiştekî naxwazim. Destberdanê dixwazim. Bila ji min û zarokên min dûr be. Du keçên min hene. Cihê zarokên min ne korîdorên edliyeyê ne. Baxçeyên dibistanê û parq in. Çima pêşeroja zarokên min ji ber wan tarî dibe. Bila zarokên min azad bin gumanbar cezayê xwe bikşîne. Ez edaletê dixwazim.Tu zindî mirinê heq nake. Kes naxwaze bimre.bila ked tundiyê nebîne.”
 
Gumanbar gotiye wê qetil bike
 
N.T da zanîn ku berê doza destberdanê vekiriye û got: “Du roj mabû ji dozê re xwest em li hev bên. 4’ê Cotmeha 2024’an de li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenur Halîl ji aliyê gumanbar Semîh Çelîk ve hatin qetilkirin. Piştî vê gumanbar ez tehdîd kirim. Kêr destê wî de bû dilîst. Min got tu çi dikî got ez te dikujim plana wê dikim. Piştre ez tirsiyam. Ez li malbata wî geriyam. Min got werin bibin. Wê me bikuje. Wan bawer nekir. Em nû li hev hatibûn. Gotin henekan dike. Rojekê daweta cîranên me hebû. Em çûn û vegeriyan malê. Keça min nexweş bû. Hevjînê min wê rojê wêneyên keça min dikşand. Sibehê çûm mala cîrnan. Li hevjînê xwe geriyam. Min got bê. Wî jî got surprîza min heye. Bi kêrê hatibû. Hat bi kêrê êrîş kir.”
 
‘Ez bimirama wê bigotina întîxar?’
 
N.T wiha vegot: “Min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir. Polîs û doktor li wir bûn. Gumanbar hat girtin. Mehek û nîvê li erdê mam. Malbata wî dest bi tehdîdan kir. Ceyran û ava min birîn. Bi sê çar parêzeran hatin dadgehê. Heqeret li min kirin, li parêzerê min kirin. Ji pênc cîhan hatim kêrkirin, bi kevir li serê min xist. Ev hemû di dosyayê de ne. Lê vê qebûl nakin. Ez bang li hemû kesî dikim. Şaşiyên hevjînên xwe ji nedîtîve neyên. Malbat gumanbar diparêze. Gelo ez bimirama wê bigotinan întîxare?”
 
‘Ez piştgiriyê dixwazim’
 
N.T dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştevaniya jinan girînge û wiha domand: “Ez ji bo Platforma Emê Kuştinên Jinan bidin Rawestandin û saziyên din yên jinan re spas dikim. Ew ligel min nebûna wê tenê bimama. Belkî zarokên min niha li yurdê û ez jî li stargehê bûma. Başe ku ew hebûn. Ez ji doza xwe jî edaletê dipêm. Ez dixwazim bi zarokên xwe re azad bijîm û ji bo vê jî wê heta dawî têbikoşim.”