Li Êlihê banga meşa ‘Gavek ji bo Aştiyê’ hate kirin

  • 19:58 14 Gulan 2026
  • Rojane
ÊLIH - DEM Partiyê, DBP û TJA’yê li gelek tax û bazarên Êlihê belavok belav kirin û banga tevlibûna meşa “Gavek ji bo Aştiyê” ku wê di 16ê Gulanê de bê lidarxistin kirin.
 
Li Êlihê bi pêşengiya DEM Patiyê, DBP û TJA’yê li gelek taxên bajêr û li nava bazaran belav belav kirin û banga tevlibûna meşa “Gavek ji bo aştiyê” ku ew ê di 16’ê Gulanê de bê lidarxistin kirin. Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.
 
Meş wê saet di 19:00’an de ji pêşiya Nexweşxenaya Farabîmê destpê bike û li Parka Yilmaz Guney bi dawî bibe. Her wiha wê li parkê daxuyanî bê dayîn.