Doza rojnamegeran hat taloqkirin

  • 18:46 16 Hezîran 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Doza Midûra Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger û Midûrê Karên Nivîsê yê Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin taloqî 6ê cotmehê hat kirin.
 
2’emîn danişîna doza Midûra Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger û Midûrê Karên Nivîsê yê Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Parêzerê Oznûr Deger û Osman Akin, Parêzer Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa OHDê ya Mêrdînê Berîvan Orhan tevli danişînê bûn.
 
Parêzer Erdal Kûzû di parastina xwe de got ku muwekîlên wî karê xwe yê rojnamegeriyê kirine û tişta li ser wan tê îdiakirin nabe ku weke sûc bê pênasekirin. Piştî parastina Kûzû heyeta dadgehê ji ber kêmasiyên di dosyayê de doz taloqî 6’ê cotmeha 2026’an kir.
 
Çi bûbû?
 
Di 16’ê tîrmeha 2024’an de leşkerên Artêşa Tirk  li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdegirtina malekî de îşkence kiribû û ji ber çêkirina nûçeya vê bûyerê derbarê her du rojnemevanan de doz hatibû vekirin.