Li qadek 500 metrekareyî talana xwezayê: Taxa Îlvîlî tune dibe

  • 09:24 11 Hezîran 2026
  • Ekolojî
WAN - Li taxa Îlvîlî ya Wanê di projeya GES’ê ya li qadek 500 hezar metrekareyî ye, 69 hezar û 888 panelên rojê hene. Li gorî agahiyên Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, ji bo paqijiya panelê di her şûştinê de 140 ton av tê bikaranîn, madeyên kîmyewî yên tên bikaranîn tevli axê dibin, çavkaniyên avê tên bikaranîn, qadên çandiniyê teng dibin. Li gorî komeleyê ev proje bandorek neyînî li ser hevsengiya ekolojiyê dike.
 
Li erdnîgariya Kurdistanê bi salane polîtîkayên talanê didomin û bi projeyên Santrola Enerjiya Rojê (GES), Santrola Enerjiya Jeotermal (JES) û Santrala Hîdroelektîrîk (HES) ev talan giran dibe. Di salên dawî de bi van projeyan tenê xweza hedef nayê girtin heman demê de qadên jiyanê yên gelê Kurd, çand û bîra civakî jî tune dibe. Piştî ku çiya, zozan, mêrg û çavkaniyên avê ji şîrketan re hat tahsîskirin, hat xwestin ku gelê herêmê ji axa wan bên kirin û polîtîkayên bê mirovbûnê giran dikin.
 
Projeyên GES’ê yên bi destê qeyûman pêk hatin
 
Li herêma Serhedê projeyên GES’ê li pey hev dikevin jiyanê û ji hilberîna enerjiyê wêdetir, texrîbata li ser ekolojî û civakê  roj bi roj giran dibe. Li taxa Îlvîlî ya Artemêt a Wanê  ji bo hewcedariya enerjiya VASKÎ ya destê qeyûman de ye bê peydakirin li Mewkiya Çiyayê Cin li qadeke 500 hezar metrekareyî projeya GES’ê hat avakirin. Çarçoveya projeyê de  tê armanckirin ku hilberîna ceyran, pompekirina avê ya VASKÎ û  tesîsê parzûnkirinê de ev xizmetê bide.
 
Li qada 500 hezar metrekareyî 69 hezar û 888 panelên rojê hene. Li gorî agahiyên ji Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hatiye girtin  ji bo paqijiya panelê di her şûştinê de 140 ton av tê bikaranîn, madeyên kîmyewî yên tên bikaranîn tevli axê dibin, çavkaniyên avê tên bikaranîn, qadên çandiniyê teng dibin. Li gorî komeleyê ev proje bandorek neyînî li ser hevsengiya ekolojiyê dike.