‘Divê ji bo Kurdî statu bê dayîn’
- 09:03 14 Gulan 2026
- Rojane
Bêrîtan Tunç
ÎZMÎR - Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Irgat bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kir û da zanîn ku Kurdî bi salan e bi polîtîkayên zext û asîmîlasyonê re rû bi rû dimîne. Kurdiye Irgat wiha got: “Ger ku gelek bi zimanê xwe di qada jiyanê de azad nebe, ne pêkan e ku ew gel azad û aram be.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên bi salan e didomin, bikaranîna Kurdî di qadên cemawerî de tê astengkirin û di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de girîngiya ziman hebûna xwe diparêze. Ji perwerdehiyê heta jiyana civakî li gelek qadan bikaranîna Kurdî hîna bi sînor e û daxwazên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya ji bo Kurdî jî didomin. Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Irgat da zanîn ku zimanê Kurdî bi salan e bi zextan re rû bi rû ye û got statuya ji bo ziman di alî civaka demokratîk de gelek girîng e.
‘Ger zimanê gel qedexe be ew gel xwe qedexe hîs dike’
Kurdiye Irgat destnîşan kir ku zimanê dayikê hebûn û nasnameya gel e û wiha vegot: “Ger zimanê gel qedexe be, ew gel jî zimanê xwe bê nirx, qedexe û di plana dawî de hîs dike. Ger ku bi zimanê xwe di tu qada jiyanê de xwe azad hîs neke; ne çand, ne wêje, ne perwerde, ne têkiliyên civakî bi zimanê xwe ne dibîne, ne azad e, ne jî kêfxweş û aram e.”
‘Kurdî zimanekî bi kok e’
Kurdiye Irgat daxuyakirin ku gelê Kurd bi salan e ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û koçberkirinê, bi taybet jî ciwan bi otoasîmîlasyonê re tên rû hev û wiha dirêjî dayê: “Kurdî her çiqas zimanekî xurt be jî dema di her qada jiyanê de bi awayekî azad neyê axaftin, hêdî hêdî tune dibe. Ciwan dibêjin ‘ez fêm dikim lê nikarim biaxivim.’ Aliyekî vê yê psîkolojîk heye. Dema zimanê ku di her qada jiyanê de neyê axaftin, dayik jî xwe bide alî û bi zarok re neaxive, ew ziman qels dibe. Celatdet Elî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê got ‘Divê alfabeye Kurdî jî wek zimanên cîhanê bi tîpên Latînê bê nivîsîn’ û wêjeya Kurdî hîn bêtir derxistiye pêş. Di dema Osmaniyan de ku mîrantî bi çand û zimanê xwe dihatin zanîn, piştî dema komarê zimanê Kurdî hat qedexekirin. Piştî salên 2000’î zimanê Kurdî hinek be jî rehet bûye lê hîna jî tam azad nîne.”
‘Divê ji bo Kurdî statu bê dayîn’
Kurdiye Irgat di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derdikeve û welatên pirziman mînak nîşan da û got: “Divê ji bo Kurdî statu bê dayîn û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ez 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Ger ku bixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk divê ji bo Kurdî statu bê dayîn. Divê pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê bê vekirin.”







