Neslîhan Şedal: Em ê xwedî li îradeya gel derkevin
- 12:13 17 Sibat 2025
- Rojane
Derya Ren
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, bal kişand ser girîngiya berxwedana dîrokî ya gel a li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û got, "Çi dibe bila bibe, em ê îradeya gelê xwe bitaybet jî ya jinan biparêzin."
Polîsan di roja 5'emîn a nobeda 15'ê Sibatê ya li dijî desteserkirina îradeyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di saetên sibehê de bi ser şaredariyê de girt û di nav de rojnameger û siyasetmedar jî heyî gelek kes bi zext û tundiyê binçav kirin Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku di nav welatiyên li dijî êrîşan li ber xwe dan de bû lingê wê hat şikandin.
Neslîhan Şedal têkildarî tayînkirina qeyûm û xebatên piştî wê nirxandin kir.
'Gel her tim li ber xwe dide'
Neslîhan Şedal diyar kir ku di êrîşan de çapemeniya azad jî hedef hatiye girtin û got, “Bi saya kedkarên çapemeniya azad me karîbû ji raya giştî re ragihînin ku îradeya gel hatiye desteserkirin. Wan cihekî xwedî dîrokeke kevnar a berxwedanê ye. Gelê Wanê bi taybetî jî jin bi sedsalan her tim li berxwe didin. Em dibînin ku zîhniyeta netew-dewletê ya sed salî polîtîkayên komkujî û qirkirinê li ser Kurdan afirandiye û di salên dawî de jî bi polîtîkayên qeyûm hewl daye vê bike. Ev polîtîkayên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin, pêkanîneke hîn bi fonksîyonel û sazîbûyî ya zîhniyeta sed salî ye."
'Gelê Wanê qeyûman naxwaze'
Neslîhan Şedal, diyar kir ku ev j3 serdeman qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin û wiha dewam kir: “Ev sed sal in ziman, ax û nirxên civakî yên gelê Kurd tên paşguhkirin. Hikûmetê xwest di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de peyamekê bide gelê Kurd. Gelê Wanê 3 sal in li hemberî desteserkirina vîna xwe bersiveke zelal dide. Di dema desteserkirina şaredariyê de jî gel îradeya xwe ya demokratîk nîşan da. Dema ku Abdullah Zeydan ceza lê hat birîn, gel tevî sermayê 5 rojan şaredarî terk nekir. Divê hikûmet vê peyamê bi baldarî bixwîne. Berê jî me bi dînamîkên bajêr re hevdîtin kiribûn."
Biryardariya parastina îradeyê
Neslîhan Şedal, anî ziman ku ew ê îrade gel biparêzin û wiha got: “Gelê Wanê di 31’ê Adarê de AKP’ê kirin partiyeke tabelayê. Em soz didin gel ku em ê ji bo wekhevî, demokrasî û azadiya ku pêwîstiya gel pê heye têbikoşin. Em ê wisa bikin ku AKP nikaribe cihê ku wê tabelayê daliqîne bibîne. Li ser esasê keda xwe ya azadiya jinê me li hemû navçeyên xwe xebatên sazî kirin. Me akademî, pirtûkxaneya xebatên jinan, atolyeyên ku jin aboriya xwe biafirînin, li dijî tundiyê rawestin, bi zîhniyeta azad a jinan re rû bi rû bimînin, çanda kevneşopî zindî bihêlin, li dar xistin. Ji jinên ciwan ên bûne hedefa şerê taybet heta jinên 80 salî me hewl da ku em li cem her kesî bin. Her saziya jinan a ku me vekir, xwe weke mîtîngek lidarxist hîs dikir.
Jin bûne mijara vê rêveberiyê. Xwe di vê yekê de dîtin. Ji ber vê yekê hemû jinan xwedîderketineke mezin nîşan dan. Niha jin li eniyên herî pêş ên li dijî qeyûman li ber xwe didin. Hewl didin me jinên Wanî ceza bikin. Em ji bo cihê xwe di nava gel de bûn hedef. Li aliyê din hedefa herî mezin a tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê ye. Em weke jinên ciwan dê vîna xwe biparêzin.”