Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ji vir naçin

  • 15:21 18 Sibat 2025
  • Rojane
 
WAN -  Li Wanê bi tevlibûna sedan kesan tayînkirina qeyûm hat protestokirin. Di çalakiyê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û got: "Em kurd in, serê me bilind e, ev der axa me ye û em ji vir naçin. Em ê her tim ziman, nasname, çand û bajarê xwe li hemberî dagirker û bawermendan biparêzin."
 
Bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî û bi sedan welatiyan, li Parka Feqiyê Teyran a Wanê têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî hat dayîn. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya ku ewili axivî, diyar kir ku ew polîtîkaya qeyûmê şermezar dikin û dê her tim alîgirê aştiyê bin. Zekiya Kaya da zanîn ku Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ne tenê îradeya gelê Wanê ye, îradeya hemû gelê Kurd. Zekiye Kaya, diyar kir ku dê berxwedana gel bidome. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin Abdullah Zeydan, diyar kir ku ligel îşkenceyê, bi rojane gel li kolanan li ber xwe didin û dê rojek sûcdar hesabê bidin.
 
Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak, kesên bi rojan e destekê didin berxwedana Wanê silav kir.
 
Herî dawî Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal jî diyar kir ku kesên şaredarî dagir kirine, divê ji Dayikên Aştiyê şerm bikin û got: “Yên ku îro Wan desteser kirin, bila ji dayik, jin û ciwanên me şerm bikin. Ji roja ewil ve li kolanan li ber xwe dan, nexwarin, vexwarin, tenê li ber xwe dan. Îro îradeya gelê Kurd û gelê Wanê desteser kirin û daxwaza wan tunekirina gelê Kurd e. Em ji vir careke din bang dikin; Hûn nikarin me dagir bikin, hûn nikarin me tune bikin. Em kurd in, serê me bilind e, ev der axa me ye û em ji vir naçin. Em ê her tim ziman, nasname, çand û bajarê xwe li hemberî dagirker û bawermendan biparêzin."
 
 
 
 

Etîketan:

qeyum kurdistan